'Em ê bajarê xwe ji rejîma mêtinger rizgar bikin'
- 10:57 4 Mijdar 2024
- Rojane
ÊLIH - Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk a li pêşiya şaredariya hatiye dorpêçkirin axivî, wiha got: “Em ê bi hev re bajarê xwe, şaredariya xwe ji vê rejîma xespkar, talanker û mêtinger rizgar bikin.”
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk piştî tayînkirina qeyûm çû pêşiya şaredariyê. Girseya li pêşiya şaredariyê kom bûyî dirûşmên “Qeyûmê dizekl”, “Qeyûm dê biçin gel dê were”, “Na ji darbeyê re” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kir.
Welatiyekê ku got mamoste ye bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û ev tişt anî ziman: “Madem dê we qeyûm tayîn bikira, wê demê we çima hilbijartin li dar xist? Min dayik û bavê xwe yê kal ji derve anî. Dengê xwe dan. Em vê neheqiyê qebûl nakin. Heke hûn bêdeng bimînin, wê demê hûn şeytanên bêziman in.”
Piştre jî Hevşaredar Gulistan Sonuk axivî û wiha got: “Dê walî bê vê derê û bibêje min pereyê we tevek ji bo polîtîkayên şer xerc kir. Me gotibû bê ka dê pereyê we ji bo çi xerc bikin. Di tevahiya pêvajoya hilbijartinê de me yek bi yek got bê ka dê çi bikin. Bila walî niha bê vê derê û bibêje bê ka dê çi bike. Bila were bibêje ez pariyê nanê we distînim. Tiştekî wisa nîne ku biryarê bi memûrekî bidin teblîxkirin... Tiştekî wisa nîne ku hûn ji bo hemû sûcên xwe memûran bi kar bînin. Dê ew bi xwe were û bibêje ‘Gelê Êlihê yê hêja, min bêyî ku şerm bikim 3 milyar deyn kir, vê jî besî min nekir û min çav berda yek qirûşê di berîka we de, ez niha jî ji bo xespkirina wê hatime.’”
'Em ê bajarê xwe ji rejîma mêtinger rizgar bikin'
Gulistan Sonuk, bertek nîşanî dorpêçkirina avahiya şaredariyê da û wiha got: “Qeyûmê Êlihê bi akrepan, bi wesayîtên zirxî, bi yên kîrpiyan şaredarî xesp kiriye. Ew jî dizane ku rewa nîne lewma artêşa polîsan aniye û îradeya bajar bi wesayîtên zirxî xesp kiriye. Em li vir bangî hemû gelê Êlihê dikin. Em bangî jinan dikin. Em bangî ciwanan, jinan û hemû kedkaran dikin. Ev şaredarî ya me ye. Me bi rêjeyeke mezin a dengan ji xespa qeyûm rizgar kir. Em ê bajarê xwe, şaredariya xwe careke din ji talanker û mêtingeran re nehêlin û bi hev re rizgar bikin.”
Berxwedana gel a li pêşiya şaredariyê didome.