Etîk-Estetîk Jiyan

  • 09:03 11 Adar 2022
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
"Bi feraseta netew – dewlet û zîhniyeta serdest ya mêr re nirxên etîk hatine xistin û heta ji bo fêdeya mêr hatine veguhertin.  Nirxên ahlaqî daxistina hêmaya namûsê û kategorîze kirine, dema namûs tê gotin, ya ku ewil tê hişê mirovan jin e."
 
Atolya Jineolojiyê ya Wanê
 
Jîneolojiyî wek zanista jin û jiyanê ye, kesên azad, jiyanek azad ya xwe dispêre nirxên etîk û estetîk yanî civakeke ahlaqî polîtîk diparêze. Yek ji hincetên derketina jîneolojiyê, pêşxistina sosyolojiya rast ya li dora jinê pêş dikeve û li diji zanistên civakî yên navenda wê Ewropa ye serî hildide û heqîqeta jinê derdixe holê. Dema em vî hîmê sosyolojiyê ya li dora jinê pêş dikeve davêjin, ne kuramê em denge jiyanê derdixin pêş. Di vî alî de di xebatên atolya me de her jina ku jiyanê parve dike bi hişmendiya ku dibe çavkaniya vê sosyolojiyê tevdigere.
 
Atolya Jîneolojiyê ya Bînevş a Wanê û Atolya Dayikên Aştiyê bi hevkarî xebatên xwe dimeşînin û di encama vê de bi zanîna ku nirxên etîk û estetîk çine, her çiqas venasînên wan ji hev cuda bên kirin jî di esasê de di têkiliyekê de ne.
 
Ahlaq, tevahiya rêbazên têkiliyên di civakê de tên jiyînê û divê lê baldarbûn hebe ye. Tespîtkirina tevgerên baş û xerab, di vê çarçoveyê de nêzîkatiya mirovan peywira sereke ya ahlaqê ye. Armanca esas ya ahlaqê ev e ku civakek hîn baştir û mirov têde aramÎ bê avakirinê ye. Başî û kêfxweşî esasa ahlaq ava dike. Mudaxalekirina jiyana mirovan, vê rewşê li gorî berjewendiyên civakê bikaranîn û guhertin, di heman demê de polîtîka jî derxistiye holê. 
 
Bi vî awayî jî civak di esasê de biryar dide ku çawa bijîn. Civakên dixwazin li ser jiyana xwe xwedî gotin bin civakên demokratîk in. Di vî alî de em civaka demokratîk dikarin wek civaka ahlaqî polîtîk venasînin. Civaka ahlaqî polîtîk bi avabûna xwe ya demokratîk, azad, wekhev, adîlane, baş û kêfxweş pêkane. Di civakek wisa de azadî çavkaniya ahlaqe ye. Ahlaqê civakî ancax bi azadiyê pêkane.
 
Di civaka ahlaqî polîtîk de nirxên etîk û estetîk nav hev de ne. Hîmên saxlem yên vê civakê ji jiyanên jinan dertên holê. Jin bi xwezayê re ligel hev dijî û zirarê nade tu zindiyên xwezayê. Di rêk û pêkbûna civakê de  xwedî rolek girîng e, hilberîner û parvekare. Di esasa vê seknê de civaka ahlaqî polîtîk nabe desthilatdar û belav nabe. Di demên ku kes ji kesî ne mezintibûn de mirov çawa bi nirx bûn, hemû zindiyên xwezayê jî bi nirx bûn. Ev ji bo her kesî wisa bû. Lê bi dewletbûn, desthilatdariyê re ev rewşa bi nirx tenê li hinek deveran hat dîtin. Ev cih jî cihên ku lingên me pêlê axê dikirin û me bi şev stêrkên biriqandî temaşe dikirin bûn. Li van deran jin jiyanê diparêzin, ji zimanê xweza û zindiyan fêm dikin.
 
Li aliyê din hewl tê dayîn ku têkiliyên me yên ahlaqî yên bi xwezayê re pêş ketine bên qûtkirin û li aliyê din jî di civaka xwezayî de ferastaxweşikbûnê ya bi hilberîn û xweşikbûnê pêş ketiye, di serdema modernîteya kapîtalîst veguheriye xweşikbûna dîtbarî. Kapîtalîzm bi lingê modeyê re xwe li ser bedena jinê heyî dike. Rêgeza vê feraseta xweşikbûnê ya ku jinê wek alava bikaranînê dibîne ‘ji hinekên din re xweşik xuyakirine’. Li ser nirxên civakî û kes, ‘ya modeye bikar bîne’ esas tê girtin. 
 
Di roja îro de nirxên etîk-estetîk li gorî terza modernîteya kapîtalîst bi teşe dibe.  Yên li gorî kapîtalîzmê najîn jî wek ‘kesên şûnde mane, demode’ tên bi navkirin. Nifşê me yên ciwan  ji cil û bergên ku dayikên me li xwe dikirin şerm kirin. Em di demeke wisa de derbas bûn.
 
Civaka ku bixwaze çawa bijî, çi hilberîne, biryara hilberîna xwe bide yanî polîtîkaya xwe pêş bixîne, pîvanên xweşikbûn û başiyê jî ne li gorî kalibên modernîteya kapîtalîst, li gorî jiyana xwe ava dikin.
 
Bi feraseta netew –dewlet û zîhniyeta serdest ya mêr re nirxên etîk hatine xistin û heta ji bo fêdeya mêr hatine veguhertin.  Nirxên ahlaqî daxistina hêmaya namûsê û kategorîze kirine, dema namûs tê gotin, ya ku ewil tê hişê mirovan jin e.
 
Di civakên ku şopên polîtîk ahlaqî paqij nebûne de jin bi jiyanên xwe li dijî modernîteya kapîtalîst û netew dewletê têkoşin. Li dijî feraseta yek tîp çand ya feraseta netew dewletê,  pir rengî, xwebînî, feraseta xweşikbûnê ji aliyê jinan ve hatiye meşandin. Ji ber ku bi sedsalane jin di bin serdestiya mêr de jiyanên xwe bi teşe dikin û riya xweşikbûn û hêviyê jî ancax bi azadbûnê dibînin. Di ferqa vê de ne. Jinên ku ji gund, ax, zozan û warên xwe koçberê cihên din bûne, kêfa wan tune, xwe bêewle hîs dikin. Belkî jî ji ber vê sedemê ye ku zêdetir xwedî li ziman, stran û rengên xwe derdikevin û dibin pêşerojê.