Pandemî û serdestiya dewletê

  • 09:08 4 Adar 2022
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
“Pandemiyê bibîr xist ku em çiqas hebûnên civakîne û hat dîtin daxistina jiyana biyolojîk a mirovahiyê wisa hêsan nayê qebûl kirin.”
 
Nazan Ustundag
 
Dema pandemiyê dest pê kir di bin navê tedbîran de astengiyan jî destpêkir.  Zanyar Georgîa Agamben nivîsek rexnegirî ya li dijî dewletan ya pesîmîst nivîsî. Li gorî wî sînorkirin,  astengiyên li her qadê, ji malê derneketin û gelek tiştên din mînaka karaseta herî mezin e. Jiyan ji teşeyê ku kêf jê bê girtin derket û  bi topyekun naveroka jiyanê hatibû valakirin. Mirov bi her tiştî razî bibûn. Dewlet û sermayedar jî heta ji destê wan hat ji fêde girtin û bi biryarnameyên nû ji ser azadiyan re derbas bûn.
 
Teşeyên ku jê zewqê bigirin
 
Ev nivîsa Agamben ji aliyên zanyarên din ve hat rexnekirin. Li gorî van rexneyan, Agamben diket sê şaşiyan. Ya yekem; mirov li hember hev berpirsyar bûn, tirsa li hember pandemiyê bû û ji azadiyê feragatkirin bû û ev nîşaneya ku bi berxwedêrî li ser piyan bûn. Her çiqas dewletan ji vê fêde bigirta jî vê hêvî dida. Ya duyem:  Kapasîta mirovan di şertên herî giran de potansiyela ku dset ji hunerê berdin hebû. Ya sêyem jî; Mirovan dest ji çi berdan, çi ava kir û teşeyên zewqgirtinê bi sermayê re bû.
 
Beyî îtîraz qebûlkirin 
 
Li aliyê din jî her çiqas nêrînên Agamben pir zêde hatiye mezinkirin bibînin jî , di çend fikrên ku pandemiyê rê li ber vekir de bûn hemfikr. Ya yekem: mirovan daxuyaniyên dewletên xwe wek serhildan nedîtin û qebûl kirin.  Li dijî rêbazên sînorkirin û astengkirinan derketin. Maske, li malê runiştin, hevdîtin bi kesan re, pêvajoya perwerde û hilberînê bi îtîrazê re nehat rûhev û hemû hatin qebûlkirin. Bi taybet sînokirina gerê bi hezkirin hat pewazîkirin.
 
Ya duyem; Gotina ku pandemiyê welat bihêz kirine, bi gotina berjewendiyê hatin xurtkirin. Yekitiya Ewropayê jî li dijî vê ranebû. Heta welatên yekitiya Ewropa sînor girtin û alavên tibî, aşî û dermanan de, ketin pêşbirkê. Li aliyê din bi pereyan girtina aşiyan, têkoşîna bi pandemiyê ya welatên wek Almanya û DYA’yê lez kir û ji Hîndîstanê heta Sûryeyê ji wir heta Afrîkayê  bi dehan welatên Başûr, bi zor û zehmetiyên pandemiyê re tenê hatin hiştin. 
 
Esnaf neçarî krediyan kirin
 
Ya sêyem;netew-dewletan qedexe û cezkirin wek hev belav kir û ji bo fêdeyên sermayeyên mezin, hinek sektorên mezin ji vê para xwe girtin û hinek sektor jî piştgûh kirin û mudaxaleya xwe ya aboriyê zêde kirin, raste rast mudaxaleyê pêvajoyên hilberandinê kirin.  bi dehan şîrketên bazarkirinê ya înternetê ya ji Amazon heta Getîr, karkerên motosîkletê yên erzan bi kar anîn û kara xwe zêde kirin. Esnafên biçûk jî neçarî krediyan kirin û mahkumê tunebûnê kirin.
 
Li dijî rexneyan bê hestiyarî
 
Ya çaremîn: netew dewletan pandemî kirin hincet û teşeyên protesto û muxalefetbûnê, xistin bin kontrola xwe û li dijî muxalefeta rastgir zêdetir bi tolerans tevgeriyan. Li diji rexneyên aliyên çepgir bê hestiyar tevgeriyan û piştgûh kirin.  Li dijî  daxwazên aliyên rast yên maske bi kar neanîn û bi rehetî dan û stanê bikin jî gûhê xwe girtin. Pir caran daxwazên wan wek daxwazên azadiya şexsî rewa dîtin û daxwaza jinan ku hepsê malê hatin kirin, ewil ew ji kar hatin avêtin, piştgûh kirin. Dema ev dibûn di heman demê de li ser saziyên wek girtîgeh û zanîngehan jî zextên xwe mezin kirin. Bi hinceta pandemiyê li girtîgehan kontrol girantir kirin. Dersên zanîngehan kirin onlîne û hemû xistin bin kontrola desthilatdariyê.  Her wiha keda jinê nehat dîtin û civakbûn zêdetir hat astengkirin.
 
Pirsgirêk nehatin dîtin, hatin rewakirin
 
Herî dawî jî, li welatên rojava penaber ku wek pirsgirêk dihatin dîtin, pirgirêkên wan nehatin dîtin û ligel vê rewa kirin. Kampên penaberan cihên ku herî zêde pandemî lê belav bûn.  Penaber hedef hatin girtin û DYA, Ewropa û Avustralyayê sînor giştî girtin. Di pandemiyê de tenê li Portekîzê penaber ji xizmetên tenduristiyê fêde girtin û politîkayek bi bandor li wir hat dîtin.
 
Bi kurtasî ger ku em pandemiyê dubare bikin; Pandemiyê zêdetir bi bi bîr xist ku em hebûnên civakî ne û  daxistina jiyana biyolojîk a mirovahiyê wisa hêsan nayê qebûlkirin. Li aliyê din di pandemiyê de mudaxaleya hêzên ewlehiyê zêdetir bû. Ligel vê netew dewletan sînorên xwe girtin û serdestiya xwe carek din îlan kirin. Binpêkirina keda jinê zêdetir bû. Serdestiya dewletê li ser nexweşxane û girtîgehan zêdetir bû.  Netew dewletan çavên xwe li dijî rastiya pandemiyê û mirovahiyê girt. Maf hatin xespkirin û serhildan bê bersiv hatin hiştin.