Pandemî ya banga jiyanek nû dike

  • 09:01 18 Sibat 2022
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
Serdestan pandemî li gorî xwe wek alav bi kar anîn. Di tedbîrên pandemiyê de ne tenduristiya civakê, berjewendî li ber çavan girtin.  Pandemî ji bo wan derfeteke mezin bû. Ev derfet ji bo mayîndekirina dîktatorî, nîzama leşkerî, newekheviyê hat bikaranîn. Girtîgeh, karker, kal û pîr, zarok, jin ji ber erdnîgariya lê dijiyan ji çav hatin derxistn û xizanan zêde zêde ji vê nisîbê xwe girtin…
 
Ayşe Berktay
 
Ji şer heta birçîbûnê ji xizanîyê heta jirêderketinê, ji bêdadiyê heta bênirxkirina jiyanê, ji hêrsa karê heta dijminahiya jinê, ji tunekirina cure-biyo, zimanan heta krîza avhewayê, ji şewitandina daristanan heta talankirinê, her tiştê pê li me dikin me ber bi xeyalê jiyanek nû ve dibe. Ev jiyanek çawa ye, mirov êdî naxwazin jiyanek wisa bijîn. Pandemiya global a di navîna krîzan de derket holê, navbera mirin-hebûnê de, şikestinek mezin afirand.
 
Pirsgirêk, êş, rizandin, nakokî, jirêderketin, di katalîzoriya pandemiyê de bi hemû tazîbûna xwe derket holê. Di pêvajoya pandemiyê de yên hatin kirin ên nehatin kirin hemû, tenê îtîbara desthilatdariyê li ber çavê civakê tune nekir. Bêbaweriya li hember desthilatdarbûn û têkelbûnê jî derxist holê û da lêpirsînkirin. Karkerên ku ewlehiya canê wan li ber çavan nehat girtin, qezenca kargeriyan û berjewendiya sermayeyan li ber çavan hat girtin.
 
Serdestan pandemî li gorî xwe wek alav bi kar anîn. Di tedbîrên pandemiyê de ne tenduristiya civakê, berjewendî li ber çavan girtin.  Pandemî ji bo wan derfeteke mezin bû. Ev derfet ji bo mayîndekirina dîktatorî, nîzama leşkerî, newekheviyê hat bikaranîn. Girtîgeh, karker, kal û pîr, zarok, jin ji ber erdnîgariya lê dijiyan ji çav hatin derxistn û xizanan zêde zêde ji vê nisîbê xwe girtin…
 
Di pêvajoya pandemiyê de stêrkên pergalê rijiyan û hîna jî dirêje. Her kesî fêm kir ku nirx nedan xizan, xebatkar, karker, jin, zarok, kal û pîran. Me pêvajoyek ku em tenê hatin hiştin, hatin îzolekirin, tecrîdkirin, betal hatin hiştin, hepsê malê hat kirin, xizankirin, bi şîdetê re rû bi rû hat hiştin, jiyan û ev berdewam dike.
 
Ji bo jiyanek nû em teşeyê jiyaneke xweser, demokratîk, tevliker, mafê gotinê ya civakê heye, pêşniyar dikin. Em jiyaneke ku girîngiyê dide nûbûn, radîkalbûn, ciwanan, xeyalan, afrîneriya zarokan, zanabûn, ked, can, ekolojîk, piranî, demokratîk û azadîxwaz, dixwazin. Û herî zêde jî azadî. Em bi jiyana nû re jî tevlibûn, hevparbûnê diparêzin, di pêvajoya pandemiyê de mixabin ev berovajî vê bû. Berpirsê aloziya di mijara pandemiyê de di civakê de hat jiyîn, pergala dîktator bixwe ye. Pergalê wek her tim xwe domand lê mirovan her cureyê derew, berjewendiyê dît, lêpirsîn kir û îtîraz kir. 
 
Dibêjin tenduristî ne tenê tiştekî ku emanetê xebatkarên tenduristiyê bê kirin. Rast e, lê  di esasê de tenduristî ne tiştekî ku emanetê dewletê bê kirinê ye. Tenduristî tiştekî ku divê civak ji nû ve qezenc bike, bigire destê xwe ye. Tenduristî mijarek parastina cewherî ye. Civaka tenduristiya xwe teslîm bike jiyana xwe teslîm kiriye. Gelo em jiyana xwe çima teslîmê dewletê bikin? Çima em teslîmê nexweşxaneyên wan, holdîng, şîrketên wan û pergala wan bikin. Di pandemiyê de pir baş derket holê ku divê em teslîm nekin.
Pandemî ne afrîneriya kapîtalîzma modernîteyê ye. Di sedsala 14’an de di sedsala 7’an de jî pandemî hebûn. Veba hebû hemû cîhan tevli hev kir. Em di xwezayê de dijîn, bi mîkrooganîzmayên biçûk re, bakterî, vîrus, mîkrop hemû hene di vê hawirê de. Lê ev rastiyeke ku kapîtalîzma modernîte, civakên netew-dewlet li dijî pandemiyan bê parastin dihêle. Dema em dibêjin jiyanek nû, em jiyanek bê nexweşî û bê pandemî, nabêjin. Lê divê rêbazên mudaxaleya rêxistinkirî ya civakî hebe. Divê em vê bidin pêş xwe nîqaş bikin. Kapîtalîzm, netew-dewlet, qirkirina ekolojîk, mîlîtarzm, binpêkirin, navendîbû… Ev her yek parçeyek wê ne.
 
Em di tenduristiyê de dibêjin civakîbûn. Divê tenduristiya civakê, piştevanî û rêxistinbûyin hebe. Divê civak bi mekanîzmayên xwe bikaribin li dijî pandemî û nexweşiyan xwe biparêzin. Piştevaniya şênber girîng e, amadekariya şênber pêwist dike. Li dijî vîrus û pirsgirêkên polîtîkayê hikûmetê hewldan û tevger hebûn. Li hinek taxan, piştevanî hebûn, di pêvajoya girtin-pandemiyê de der barê hewcedariyên wek xurekê de organîze hebûn, şêniyên taxê hejmarên telefonan daliqandin û gotin dikarin xwe bigihînin wan. Dîsa hejmarên bijîşkan hatin belavkirin ji bo ku rewşên lezgîn de xwe bigihînê. Partiyên siyasî, komele û rêxistinên jinan pakêtên xurekê belav kirin. Hinek şaredariyan pêkanînên cuda yên wek dan û standinê xistin jiyanê. Tevgereke ku derdê wê yê civakîbûnê hebe, divê çareseriyê bide ber xwe. 
 
Em jiyana nû ne wek tiştekî di pêşerojê de pêk bê, wek jiyaneke ku her roj di jiyanê de bê avakirin, digirin dest. Yek ji sedemên pirsgirêka avakirinê tespîtkirin be, aliyê din jî  afirandina çareseriyane, dîtina rê û rêbazane.
 
Tişta divê em bikin mijar ne tenê ya kapîtalîzmê, divê em ji restorasyona pergala dewletê xwe dûr bigirin. Di vir de ya girîng ne ku bi mêjiyê saziya xêrê, bi rihê piştevaniya civakî divê mirov nêz bibin. Divê bi gel re ji pirsgirêkên şênber re çareserî bê afirandin rexistinbûn hebe.