Tahayulên cuda, çareseriyên cuda

  • 09:01 11 Sibat 2022
  • Nîqaşên Jineolojiyê
Ji bo me di malbatê de, wekheviya maf mijara gotinê ye, jiyanek azad û wekhev pêwist e. Lê li cîhana ku pergala kapîtalîst patriyarkal mijara gotinê ye ev xwe nade der. Li vê cîhanê hemû têkilî girêdayî mulkiyeta taybet e. 
 
Hêvî Devrim
 
‘Malbata we têk biçe’ gotina hevpar a femînîstan e. Ji sosyalîstan bigirin heta radîkalan, hemû tevgerên femînîst, behsa tunekirina saziya malbatî dikin. Ev xeteke girîng e. Lê esas a tevgera femînîst, ev e ku ji perspektîfa hilweşandina dewleta burjuva- faşîst dûr in. Bêguman yên pespektîfa hilweşandina dewletê diparêzin hene. Lê tahayula jiyana nû, ger ku di xeteke reformî de pêş nekeve, wê şîdeteke ku hilweşînê esas digire û formeke rêxistinî ya vê pêk tîne, ferz bike. 
 
Belê ya di tevgera femînîst de tune ye, ev e. Sekna nêzîkatiya femînîstên sosyalîst a li hember pirsgirêka malbatê, wek nêrîneke radîkal tê dîtin. Nirxandina femînîstên sosyalîst di vê mijarê de wiha ye:
 
“Em fikra ku dibêjin malbat yekane teşeyê jiyana tê xwestin û rewa ye ya li me tê ferzkirin û serdest e, red dikin. Saziya zewacê, hemû teşeyên din ên têkiliyê qebûl nake û derdixe derveyê sînorê rewabûnê. Em dixwazin ev rewabûn û maf, bi awayekî ku zewac girîngiya xwe winda bike, bila jiyanên din ên bi hev re belav bibin û berfireh bibin (….) Em ne girêdayê malbatê ne. Em ne hewcedarên malbatê ne; Ji bo rêzdayînê û piştevaniyê malbat ne şert e. Malbata heteroseksîst a zêdebûnê û girêdayîna bi xwînê esas digire, ne me xurt dike ne azad. Ancax jiyanek ne kêfxweş dide me. Hewcedariyên me dikarin wekhev, azad û kolektîf pêk bên. Malbat ne keleheke ku neyê hilweşandin. Ji derveyê malbatê jiyan heye!”
 
Pergala kapîtalîst patriyarkal bêguman dest ji saziya malbatê ya hemû barê hilberîna hêza kesê hilgirtiye, bernade. Ji ber vê jî dirûşma tevgera femînîst a ‘bila malbata we têk biçe’, bêyî ku têkiliyên hilberîna kapîtalîst hedef bigire, bêyî şîdetê li dijî dewleta burjuva faşîzm pêk bîne, gelek narîn dimîne. Li aliyekî di temamî metnê de li aliyekî din dirûşmeyek herî radîkal tê berzkirin û li aliyê din jî di kategoriya reforma civakî de formên jiyana cuda yên mafên ji bo malbatê hatiye nasîn tên xwestin.
 
Malbat bi pergala kapîtalîst, patrîyarka derneket holê. Lê  wê malbat guhert û girêdayê qanûnên binpêkirinê kir. Binpêkirin û zexta zayendî, bû yek ji dînamîkên herî esas a binpêkirina kapîtalîst. Çawa? Hilberîna malê ku jin kirdeya wê ye belav kir, ev hilberîn kir sanayî. Rizandina gundîtiyê  jî parçeyek vê pêvajoyê ye. Bi vî awayî jî malbat ne wek qada hilberînê, wek qada bikarhêneriyê û hilberîna ji nû ve ya hilberîna hêza kedê hat avakirin. Kapîtalîzmê jin ji hilberînê dûr xist û bi pêşketina têkiliyên hilberînê re keda jinê kir civakî û ji nû ve ew girêdayê hilberînê kir. Li her malê çilşo, firaqşo, gêzika ceyranê û robotên mutbexê hene. Pêşketina teknolojiya alavên malê ji bo jinê wek şoreşekê ye. Lê di encamê de di riya azadiya ji jinê re hatiye vekirin de tenê ev pêngavek biçûk e. Rolê zayenda civakî, qanûnên karbeşiya civakî hukmên xwe winda nekiriye. Yên cilan davêjin maşîneyê û pêlê tuşa wê dikin jin in. Yên cilan jê derdixin û radixin, kat dikin dîsa jin in. Yên plansaziya saeta cilşoyê dikin dîsa jin in. Yanî ev kar hatiye hêsankirin lê ji ser milê jinan nehatiye rakirin. Mêr wek alîkarê jinan carnan dikevin dewrê. Lê barkêşê vê jin in. 
 
Ji bo me di malbatê de, wekheviya maf mijara gotinê ye, jiyanek azad û wekhev pêwist e. Lê li cîhana ku pergala kapîtalîst patriyarkal mijara gotinê ye ev xwe nade der. Li vê cîhanê hemû têkilî girêdayî mulkiyeta taybet e. Girêdayê qanûnên kor ên têkiliyê serdest û hilberîna meta ye. Mînakên vê zêde ne. Iskandînavya daneyên baş pêşkêş dike. Li vir aliyê dewleta civakî kêm be jî hatiye nermkirin lê ji nû ve hilberandin bi beşeke mezin civakî bûye lê bandora rolên zayenda civakî nehatine şikandin. Dîsa karbeşî piranî girêdayî zayendê ye.
Pergala kapîtalîst a  patrîyarkal ku jin, zarok û mêr girêdayê hev kiriye, jin û zarok kirine koleyê mêran, dest ji saziya malbatê bernade û malbat bi sosyalîzmê re şertên hebûnê winda dike û di cîhana azadiya komunîzmê de êdî jê re cih tune ye. 
 
Wê malbat ji tedavulê rabe
 
Komunîzm bi çewisandina nakokî û karbeşiya civakî re bi yekîtiya dildar a kesên azad ava kirine re heyî dibe. Evîn ku rewşa herî zelal û xwezayî ya têkiliya mirovan e, di civaka komunîst de ji hemû prangayan xilas bûye wek azad û azadxwaz e.
 
Zarokekî ku hemû hewcedariyên wê ji aliyê civakê ve hatiye pêkanîn, bi dê û bav ve tê girêdan.  Tişta ku jinê bi mêr, mêr bi jinê girê dide,ne hewcedariyên di cîhana mulkiyeta taybet û jiyanî de bi teşe dibin, wê evîn û hezkirin be. Tu şert û merc û têkiliya ku jin, mêr û zarokan bi hev girê didin wê nemînin. Belê ev, civakîbûneke ku em teşeyên wê diyar dikine. 
 
Turguy Uyar di helbesta xwe ya ‘Jin zor zanaate’ de wiha dibêje “Yek beqê maçî dike, Yek bi sedsalan radizê. Yek bi heft hecûcan re dijî, Yek di kuleyê de tê girtin. Tu bibî keybanûya çîrokekê jî jintî zehmet e.”Em formên civakî yên komunal tahayul dikin.  Em xeyaleke pêşeroja ku newekhevî û zext tune ye, dikin.