Teşeyên temsîlkirina şoreşa Rojava û Têkoşîna Jinên Kurd

  • 09:02 24 Îlon 2021
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
"Derseke din ya mezin ya divê em ji şoreşa Rojava derxînin ev e ku li şûna pîrozbahiyên dewletê, betlanên olî û pratîkan divê pîrozbahî û rîtuelên din bên afirandin. Şoreş, serhildanên berê hatine jiyîn û nehatine jibîrkirin divê bên pîrozkirin. "
 
Enstîtuya Andrea Wolf 
 
Ji bo ku baş fêmirina ku Pergala kapîtalîst berxwedanan qels dike û vediguhere tiştekî hêsan, em dixwazin li fîlmên Rojava çêkirine û têde têkoşina jinên kurd û Şoreşa Rojava temsîl dike, binêrin. Derbarê şervanên jin yên medyatîk de, di fîlmên wek yên Hollywood de xapînokek mezin me dît. Fîlmên ku têkoşina azadiya kurdan vediguhere pere, pir caran şoreşê berovajî nîşan didin an ji qet nîşan nadin û ji pergalê re xizmetê dike.
 
Di vî alî de yek ji pirsgirêka din ya kapîtalîzmê, ne tenê bênirxkirina rêgezên şoreşê, di heman demê de kîjan beşa dîrokî ya çîrokan tercîhkirine. Di fîlmên wek No Man’s Land, Sisters in Arms ve Daughter of Sun de hemû dikevin mijarekê lê şoreş an jî Rojava di tu derê de bikarnayne. Di destpeka No Mans Landîn de gotina kurd jî derbas nabe û jinen YPJ’ê wek hêzên mîlîs yên dildar vedinasîne. Di van fîlman de rola enternasyonalan pir zêde tê ziman,ev rewş di hemû belgefîlmên derbarê Rojava de xuya dike. Temaşevanên welatên Rojava dema van fîlman temaşe dikin, tenê bi hinek karekterên sereke yên Rojavayî re eleqeder dibin. Dîsa di van fîlman de dîroka berxwedana gelan nayê vegotin û şervanên herêmê ya li pişt pereyê yan jî wek kurban tên nîşandan. Tevgera azadiyê tenê bi bikaranîna lîder û kesên girîng tên nîşandan.
 
Tê vegotin ku biryarên çekgirtinê ji travmayên şexsî an jî bi îhtîmaleke baş karektê jineke xurt ya ne diyarkirî pêk tê, vedibêjin. Yanî hêzên çekdarî yên YPJ’ê yan ji kesên travmatîze pêk tên an jî bi giranî ji kareterên enternasyonal nîşan didin. Di fîlmê No Mans Land de jî ev du jinên kurd yê navê wan jî nayê gotin hene. Temaşevan welatekî Rojhilata navîn ku jiyana wan jia liyê qehremanên welatên Rojava ve hatiye xilas kirin, temaşe dikin. Kurd jî di seranserê senaryoyê de wek mirovên xweşik û cahîl yên li dijî çavsorên DAIŞ’ê têdikoşin tên nîşandan.
 
Behsa îdeolojiya tevgera azadiyê nayê kirin an jî bê gotin jî bi awayekî qurt tê dest girtin. Behsa tasavvureke şoreşek polîtîk û civakî qet nayê kirin. Jinên têkoşînê de tenê ji ber motîvasonên şexsî an jî ji ber hewcedariya şerê li hember DAIŞ’ê tevlî têkoşînê dibin. Wisa nîşan didin. Wek pêvajoya berxwedana 2015’an a Amedê, dema li dijî dewletên kapîtalîst têkoşîn tê dayîn, fîlmên çapemeniya alîgir nîşan nadin. Di esasê de şervanên jin wek mirovên ku li têkiliyên klasîk digerin û jiyaneke wan ya malbatî ya stebîl heye, tên taswîrkirin. Hevjiyana azad piranî dibe mijara qerfî. Wek derewekê tê nîşandan. Tevî îdeolojiya azadiya qaşo, jin hîna hewce bi milê mêrekî xurt dibîne. Di No Mans Land de Beyaz yê di rola rizgarkirina şervanên kurd yên YPJ’ê de ye, wek qehremanekî Ewropayî yê çîna navîn dertê pêşberî me. 
 
Fîlmên alîgir, Şoreşa Rojava û têkoşîna kurd ji rayagiştî dizanin. Lê ev fîlmên welatên Rojava yên wisa gelek pirsgirêkan jî bixwe re tînin. Şoreşa Rojava nezelal tasvîr dikin, nêrîneke oryantalîst tînin rastiya Rojhilata Navîn, esasa Şoreşê û heqîqeta jiyana gelan, li dijî binpêkirin, kapîtalîzm û zayenperestiyê, têkoşînê nezelal nîşan dide.  Ya duyem jî jinan carek din dadixînin tiştekî xweşik û zayendiyê. Jin di van fÎman de ne kirdeyên aktîf yên têkoşînê, wek metaya bikarhêneriyê yê mêr tên dîtin.Têkoşîna jinên kurd, ereb, êzidî, ermenî, tirk û suryanî, berovajî tê nîşandan.
 
Li dijî van fîlmên welatên Rojava, Komuna Fîlm a Rojava mînakek gelek başe. Komun li ser xwe tasfîrkirian heqîqeta Rojava û Rojhilata Navîn disekine. Berxwedana komeke kurd ya li Sûra Amedê dike mijar. Fîlmê ‘Ji bo azadiyê’ li gorî heqîqeta esas a berxwedanê tevdigere. Kom wek komeke berxwedêran a rêhevalan tê nîşandan û karekterên wan ji kûrahî dide pêşkêşkirin. Ev pir baş nirxên têkoşîna azadiya kurd nîşanê me dide. Girîngiya jiyana komunal, kolektîfbûna têkoşînê nîşan dide. Li şûna berhemeke bazirganî, banga tevlîbûna têkoşînê ya ji bo ciwanan em dibînin.
 
Derseke din ya mezin ya divê em ji şoreşa Rojava derxînin ev e ku li şûna pîrozbahiyên dewletê, betlanên olî û pratîkan divê pîrozbahî û rîtuelên din bên afirandin. Şoreş, serhildanên berê hatine jiyîn û nehatine jibîrkirin divê bên pîrozkirin.
 
Em li ser Bakurê Amerîka mînak bidin, Columbus Day, Roja Şukranê, Roja Pêşengan. Li şûna van rojên nîjadperest û binpêker, dikare pîrozbahiyên girêdayê têkoşîna li dijî zextê û binpêkirinê bana. Her wiha dikare Roja Dayikê jî ji rojeke şexsî bê derxistin û wek roja girêdayê civakên dayiksalar û dayika ax bê pîrozkirin.
 
Divê em rîtuelên girêdayê heqîqeta civakî ji nûve ava bikin. Dema mirov li tevgera Chîcano dinêrin vê dibînin. Ana Castîllo di pirtûka xwe ya bi navê Massacre of the Dreamers, Essays on Xicanisma dibêje: “Li şûna bavekê Xweda yê dûr, aborî û neşênber, dikare dayikek rê dide ber me, xwelê lê bê derketin.” 
 
Tiştên ku Anna Castîllo nivîsiye me heta kokên çandê dibe. 
 
Dema em di rêya Qamişlo de pêş diketin, hunermendek ciwan ya ligel me rûniştibû got ‘gelek naqokî hene’ û lê zêde kir: “Carna min pir hêrs dike. Lê ya rast ev e. Min biryar da têkoşînê. Min derbarê têkoşînê de wêne xêz kirin. Wêne bixwe jî têdikoşe. Min her tim bi esasên çanda di berxwedanê de tîne gel hev.”