'Em serî li dijî faşîst û dagirkeran natewînin'

  • 14:36 14 Çile 2019
  • Rojane
Rojda Seydxan
 
HESEKÊ - Di roja 27'an de Çalakiya Konê Mertalên Zindî ya li bajarê Serêkaniyê hatibû lidarxistin, didome. Jinên ku tevlî çalakiya konê mertalên zindî bûn, gefên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. 
 
Di roja 27'an de Çalakiya Konê Mertalên Zindî ya li bajarê Serêkaniyê hatibû lidarxistin, didome. Jinên ku tevlî çalakiya konê mertalên zindî bûn, gefên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û gotin ku ew ê li dijî êrîşan her li berxwe bidin û nahêlin ku axa wan bê dagirkirin. 
 
Endama Rêveberiya Kongreya Star Hemrîn got:" Gel li ser sînor her roj berxwedana xwe xurtir dike. Heta êrîş û gef bidomin em ê berxwedana xwe bidomînin. Em serî li dijî faşîst û dagirkeran natewînin."
 
Her wiha Zehra Ehmed jî wiha got:"Em ê tu carî li dijî van gefan dev ji têkoşîna xwe bernedin. Divê hemû kes û cîhan li dijî vê zihniyeta dagirker bisekinin."