Meclisyên Jinan ên HDK'ê: Em ê bi rêxistina jinê ji tecrîdê re bibin bersiv

  • 14:16 14 Çile 2019
  • Rojane
ENQERE -Encamnameya Serdema 9'emîn a Konferansa Giştî ya Jinan a HDK'ê hat aşkerakirin. Di encamnameyê de hat diyarkirin ku tecrîd tenê bi girtîgehê ne sînordar e û tevahiya civakê ji xwe re kiriye armanc. Di encamnameyê de hat diyarkirin ku berxwedana heyî wê bê mezinkirin û bi rêxistinkirina jinê wê ji tecrîdê re bersîv bê dayîn. Herwiya hat aşkerakirin ku Meclisên Jinan ên HDK'ê  wê ji têkoşîna hevpar a jinan re jî pêşengtiyê bikin. 
 
Encamnameya Serdema 9'emîn a Konferansa Giştî ya Jinan a HDK'ê ku di 12'ê Çileyê de li Enqereyê hat lidarxistin hat aşkerakirin.  Di encamnameya konferansa ku ji 15 bajaran 150 jin tevli bûn, bal hat kişandin ser ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdê ku di roja 68'emîn de berdewamdike û zîhniyeta balviksalar a ku li Tirkiyeyê her roj belav dibe.
 
Di encamnameyê da bal hat kişandin ser van xalan:
 
"Di Kongeransa me ya ku me bi silavkirina çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê Leylaguven û ya girtiyên siyasî ya li girtîgehê dest pê kir; şert û mercên polîtîk ên ku em tê de ne hatine nirxandin, perspektîfame ya têkoşînê ya pêşerojê hatiye nikqaşkirin û ji bo serdema nûh biryarên girîng hatine girtin.  
 
Tecrîda di kesayeta Birêz Abdullah Ocalan ku ji 2015'an de berdewam dike û tenê duh hevdîtina pê re hat kirin; pêkanînê taybet e ku li dijî aştî, demokrasî û bihevrejiyana gelan kirine meriyetê. Ev tecrîda ku li dijî rêgezên gerdûnî yên hiqûqê û DMME'yê ye, di serî de ji aliyê Leyla Guven û Girtiyên Siyasî ve nayê pejirandin û daxwaza wan bidawîkirina vê tecrîdê ye.
  
'Tcrîdê hemû civak ji xwe re kiriye armanç'
 
Di konferansa me de hatiye tespîtkirin ku tecrîd tenê ne bi girtîgehan sînordar e hemû civak ji bo xwe armanc girtiye. Tecrîd kesan li dijî êrîşên îktîdarê tenê dihêle, ji civakîbûnê dûr digire û tenê dihêle. Ji bo parçekirina civakê jî di serî de jin hedef ahtiye girtin. Ji ber vê jî em ê bi berxwedan û berfrehkirina rêxistinkirina jinan bersîvê bidin vê tecrîdê. 
 
Kapîtalîzm bi rêya îktîdara baviksalar êrîşî nirxên jinan ku bi sedan salan bi têkoşîna xwe bi dest xistine dike. Li Tirkiyeyê jî îktîdara AKP û MHP'ê bi êrîş û tundiya li jinan ku dike polîtîka û pêkanînên xwe dike meriyetê û gav bi gav faşîzmê mayînde dikin.
 
 'Em ê bi jinên berxwedêr re li ser parzemînekê bên gel hev'
 
Polîtîkayên tundî û çewisandinên ên îktîdarê ku li dijî hemû kesên li hemberî wê serî natewînin û li dijî civakê dide die meşandin, raste rast têkoşîna jinan hedef digire. Bi salan e Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê, jinên têkoşer ku ji bo bijîn li ber xwe didin, jinên aştîxwaz, akademîsyen, jinên li dijî hilweşîna ekolojîk têdikoşşin, jinên têkoşîna siyasî didin, ji aliyê dewletê ve tên astengkirin û nayê xwestin ku dengê xwe bidin bihîstin. Em wekî jinên HDK'ê  bi baweriya ku em ji hêza jinê digirin, em ê bijinan re  her daîm bên gel hev û ji bo jiyaneke birêxistin gotina xwe dubaere bikin.
 
'Tundiya mêr jiann hedef digire'
 
Kapîtalîzm û faşîzim,nikarin bêyî şer bijîn. Em van rastiyan îro li Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiyeyê wekî jin dijîn. Li aliyekî dewleta baviksalar û li aliyê din mêr, li malê, li cihê kar û li herderê êrîşî mafê jiyanê yê jnê dikin. Kapîtalîzm ji bo krîza ku tê de ye derbas bike û hebûna xwe berdewam bike şer dide destpêkirin.
 
'Eê têkoşîna azadiyê mezin bikin'
 
Di çarçoveya rêxistinkirinê de li qadên ku me tespît kirin, ji bo ku jin ji hev hêzê bigirin li taxên ku lê dijîn ji bo ku jin karibin xwe bi hêz bikin em ê qadan ava bikin û xwe bigihînin girseya herî mezin a jinan.
 
Em ê li dijî van hemû êrîşên ku tên kirin bi tecrûbeyên xwe yên jiyanê û cesareta xwe ji vê pêvajoya êrşkar û qirker re bibêjin na û têkoşîna azadiya jinê mezin bikin.
 
-