8 kesên ku ji ber sersalê hatin binçavkirin hatin berdan

  • 13:22 14 Çile 2019
  • Rojane
AMED-Li Navçeya Sûrê ji ber pîrozbahiyên sersalê 8 HDP'yîn ku hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan. Di dema girtina îfadeyê de hat gotin ku polîsekî gotiye "Ez jî Kurd im li ez pîrozbahiya sersalê cara yekem ji we dibihîsim". Li ser vê gotinê HDP'yan jî gotin "Wê demê tu ne Kurd e".
 
Gelê Kurd li gor salnameya Rûmî di 13'ê mehê de sersalê pîroz dikin. Endamên Meclîsa Ciwanan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Navçeya Sûrê ya Amedê bi çalakiyan xwestin sersalê pîroz bikin. Lê ji aliyê polîsan ve ev çalakî hatin astengkirin û ciwan hatin derbkirin piştre hatin binçavkirin. Hevseroka Navçeya Sûrê ya HDP'ê Sevim Coşkun, Endmên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Havva Bilbik, Mustafa Suat Şenci, Şefika Yuruk, Berxwedan Yeni, Murat Kılıç û Mustafa Şimşek hatin binçavkirin û ew birin Qereqola Sûkê ya Navçeya Sûrê. 
 
Polîs: Ez cara yekem dibihîsim
 
Di dema girtina îfadeyê de hat gotin ku polîsekî gotiye "Ez jî Kurd im li ez pîrozbahiya sersalê cara yekem ji we dibihîsim". Li ser vê gotinê HDP'yan jî gotin "Wê demê tu ne Kurd e".
 
8 kesên ku hatin binçavkirin piştî îfadeya wan hatin girtin serbest hatin berdan.