Greva birçîbûnê ya Leyla Guven di roja 68'an de ye

  • 13:07 14 Çile 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven du meh li dû xwe hişt û ket roja xwe ya 68'an.  
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kiribû, du meh li dû xwe hişt û ket roja xwe ya 68'an. Tenduristiya Leylayê her ku diçe ne baş dibe. 
  
Ji ber tenduristiyê ji 4'ê Çileyê heta niha Leylayê nikare bi parêzerên xwe hevdîtinê pêk bîne. Leylayê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nikaribû biçiya şîna dayika xwe Cevriye Guven jî. 
 
Daxwaza Leyla Guven çi ye?
 
Leylayê tîne ziman ku heta tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe ew ê çalakiya greva birçîbûnê bidomîne. Leylayê dibêje:"Îro gelek pêdivî ji Abdullah Ocalan heye. Peyamên ku ew ê bide gelek girîng e. Divê bikaribe hevdîtinê bi malbat û parêzerên xwe re bike."