Ciwanên Efrînê: Bi fikir û îradeya azad wê Efrînê rizgar bibe

  • 09:08 14 Çile 2019
  • Rojane
Ferîde Zada
 
ŞEHBA - Çalakiyên ciwanên ku ji bo vegera  Efrînê li dar dixin bi dirûşmeya "Ji bo Efîrnê serî hildin" berdewam dikin. Ciwanên tevlî çalakiyan dibin nerînên xwe anîn ziman.
 
Ciwanên Efîrnê ên li Kantona şehbayê bi cih bûne her roj ji bo rizgarkirina Efrînê bi dirûşemya " Ji bo Efîrnê serî hildin" di nav çalakiyan de ne. Ciwanên tevlî meş û çalakiyên cûrbicûr ên ji bo vegera Efrînê dibin nerînên xwe bi ajansa me re parve kirin.
 
Keça Şehîd Berxwedan Emîne Bakir diyar kir ku ew li ser şopa bavê xwe û tevahî pakrewanên azadiyê tevlî çalakiyan dibe û ev tişt got:" Bi nêzîkbûna 20'ê çileyê re salvegera yekmîn ya êrîşên li ser Efîrnê, em  soza xwe bi şehîdan re nû dikin ku em ê heta dawiyê li ser riya têkoşîna azadiyê bimeşin. Divê tevahî gelê azadîxwaz li cîhanê serî hildin û tola şehîdên berxwedana serdemê hilînin."
 
'Berxwedan li Şehbayê didome'
 
Fatima Mihemed jî salvegera yekmîn ya êrîşên dewleta tirk û çeteyên OSO'yê li ser Efîrnê şermezar kir û got:" Berxwedana 58 rojan ya li hermber hêza duyemîn di NATO de, îro li Kantona Şehbayê dewam dike. Ez berxwedana serdemê silav dikim, bi derfetên biçûk û hêza mezin em ê  Efîrnê rizgar bikin."
 
'Heta Efrînê bê rizgarkirin em êli ser piyan bin'
 
Her wiha ciwana bi navê  Meryem Bîlal jî anî ziman ku li ser felsefiyar Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan ew têkoşîna xwe didomînin û wiha domand:"Ji ber komkujiyan em ji Efrînê derketin û li Şehbayê bi cih bûn. Em niha li Şebhayê çalakiyên xw didomînin û heta rizgarkirina Efîrnê em ê her li ser piya bin."
 
'Dagirker nikarin hêza me bişkînin'
 
Lorîn Osman a ku hestên xwe anîn ziman diyar kir ku bi nêzîkbûna 20'ê çilêyê re wan çalakiyên xwe zêdetir kirine û wiha berdewam kir: "Wê êrîş û dagirkerî hêza me ciwanên Efrînê neşkîne.  baweriya me bi fikra azad û jiyanek wekhev tê, heta Efîrnê rizgar bibe em ê di nav çalakiyan de bin."
 
'Berxwedana me bê dawî ye'
 
Zîlan Sîdo jî diyar kir ku tevî êrîşên giran, şert û merçên zehmet wan dîsa dibstanên xwe li Şehbayê vekirin û wiha berdewam kir:"Heta dawiyê li dijî dagirkeriyê em ê serî hildin. Ciwanên kurd û ereb û tevahî netewên Efînrê wê ji bo azadiya Efîrnê her tiştî bikin. Berxwedana me bê dawî ye."