Bavê Rahşan a di grevê de: Ez di baweriya wê tecrîd bişkê de me
- 09:01 14 Çile 2019
- Rojane
ÎZMÎR - Piştgiriya herî mezinji Rahşan Aydin a di greva birçîbûnê de ye re ji malbata wê hat. Bavê Rahşanê diyar kir ku ew heta dawî piştevanê keça xwe ye û wiha got: "Wê keça min wekî Sakîne li ber xwe bide. Ez di baweriya ku wê bi ser bikevin de me"
Ji bo piştevaniya bi çalakiya greva birçîbûnê ya bi Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê ku di 8'ê Mijdarê de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan daye destpêkirin, hejmara girtiyên li girtîgehan dikevin grevê roj bi roj zêde dibe. Girtiyên ku hevdîtina Mehemet Ocalan a kurt bi Abdullah Ocalan re piştî 3 salan kir wekî şikandina tecrîdê qebûl nakirin, diyar kirin ku heta tecrîd bê bidawîkirin ewê çalakiya xwe berdewam bikin. Piştevaniya herî mezin ji bo girtiyan jî ji malbatên wan tê.
Xizmên girtiya bi navê Rahşan Aydin a ku ji 30'ê Kanûna 2018'an de di gerevê de ye, diyar kirin ku greva birçîbûnê ji bo aştiya li Rojhilata Navîn bê mayîndekirin e û gotin ku ew heta dawî piştevanên Rahşanê ne.
'Berxwedana Rahşanê ya me ye'
Meta Rahşan Aydin a ku li Amedê hat girtin û ji 2 salan zêdetir e di girtîgeha Şakranê de tê girtin Heydiye Altuntaş, diyar kir ku ji ber çûn û hatina girtîgehê ji ber dûrbûnê zahmet bû malbata Rahşanê ji Amed barkirin Torbaliya Îzmîrê ku bi keça xwe re hevîdtinê bikin. Hediye diyar kir ku malbat li wê wekî kedkarên demsalî dixebitin, ji aliyekî ve jî doza Rahşanê dişopînin û piştigiriyê didinê.
'Mifteya aştiyê Abdullah Ocalan e'
Hediye diyar kir ku divê daxwaza girtiyan a bila tecrîd bê şikandin bê qebûlkirin, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd rêbazên demokratîk bikevin meriyetê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Girtiyan li dijî tecrîdê ji bo ku piştevaniya çalakiya Leyla Guven bikin dest bi greva birçîbûnê kirin. Tu maf ji kurdan re nayê dayîn. Em ji wan deran tên li vanderan di zeviyên wan de dixebitin. Lê daxwazên wan bi dawî nayên. Zeviyên me jî hebûn lê me berdan. Me tirkî nizanibû ji mecbûrî em hînî tirkî bûn. Lê em tu carî koletiyê qebûl nakirin. Mifteya çareseriyê Birêz Abdullah Ocalan e. Ger ku daxwazên girtiyan bi cih neyên wê çalakî berdewam bike."
Abdullah Oclan ji bo kurdan girîng e'
Bavê Rahşanê Osman Aydin jî diyar kir ku ew dema çûye serdana keça xwe moralê wê û yên hevalên wê li cih bûye û got ku qutkirina têkilyê ya bi Abdullah Ocalan re tê wateya ku nayê xwestin pirsgirêkên Rojhilata Navîn bên çareserkirin. Osman anî ziman ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û wiha berdewam kir: "Lelê kurd ji tendirûstiya Abdullah Ocalan bi fikar e. Divê ku gelê me piştgiriya çalakvanan bike. Abdullah Ocalan ji bo pêşeroja me girîng e. Dixwazin gelê kurd ji dîrokê bibin. Serhildana Seyît Riza, Şêx Saît, jêrzemînên Cizîrê nîşana vê ne."
'Em ê xwedî li wan derên'
Osman anî ziman ku Tirkiye ji bo berdewamiya şerê Rojhilata Navîn aktorekî girîng e û got ku bi polîtîkayên tirsê dixwazin Gelê Kurd biçewisînin. Osman diyar kir ku ji bo ciwan rastiya xwe hîn nebin wan hînî hişbir dikin û ji bo polîtîkayên xwe yên taybet bi kar tînin û wiha dirêjî da axftina xwe: "Em ê li ser piyên xwe bisekinin û li ciwanên xwe xwedî derên. Kesê bixwaze li rûmeta xwe xwedî derê guh nade polîtîkayên AKP'ê. Ciwan û jinên kurd ku di greva birçûbûnê de ne wê van polîtîkayên AKP'ê vala derxînin. Berxwedana jinê di ser her her tiştî re ye û girîng e. Çawa ku Skîne û hevalên wê li Ewropa û Kurdistanê li ber xwe dan wê keça min jî wekî wan li ber xwe bide."
'Divê cîhan piştgiriyê bide'
Osman got ku ew heta dawî li gel keça xwe ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Kefenê wan di bin serê wan de ye û wiha berdewam dikên. Ez hêvîdarim ku wê bi ser kevin. Lê divê ku gel jî xwedî li wan derkeve. Jin bi rengî, cesaret û berxwedana xwe têkoşînê pêşve dibin. Çavê cîhanê li jinên kurd e ez bawer im wê bi ser kevin."