ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2019'AN

  • 09:00 14 Çile 2019
  • Rojev
*Piştgiriya herî mezinji Rahşan Aydin a di greva birçîbûnê de ye re ji malbata wê hat. Bavê Rahşanê diyar kir ku ew heta dawî piştevanê keça xwe ye û wiha got: "Wê keça min wekî Sakîne li ber xwe bide. Ez di baweriya ku wê bi ser bikevin de me" BI DÎMEN
 
*Siyasetmedarên HDP'ê ku ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven Bang kirin, diyar kirin ku tecrîd tenê ne pirsgirêka Gelê Kurd an jî HDP'ê ye û gotin ku divê platformên jinan, kesên şoreşger û siyasetmedar hemû li dijî tecrîdê rabin ser piyan. BI DÎMEN
 
*Jinên Wanî ku piştgirî dan çalakiya greva birçûbûnê ya Hevseroka KCD û parlmanetera DHP'ê ya Colemêrgê û ya girtiyan, diyar kirin ku divê berî cenaze ji girtîgehan derkevin daxwaza Leylayê bê bicihanîn. BI DÎMEN
 
* Sekrtera Jinan a TUMBEL SEN'ê  Semra Kiratli diyar kir ku veguhestin demokrasiyê ya li şaredariyan ferz e û ev tişt got: "Em zîhniyeta zayendperest ku keda jinê, azaadiya wê hedef digire û ji bo xwe dike piroje esas nagirin, em ê kesên ku demokrasiyê esas digirin destek bikin." BI DÎMEN
 
*Çalakiyên ciwanên ku ji bo vegera  Efrînê li dar dixin bi dirûşmeya "Ji bo Efîrnê serî hildin" berdewam dikin. Ciwanên tevlî çalakiyan dibin nerînên xwe anîn ziman.