Li Êlihê polîsan êrîşî meşa li dijî tecrîdê kir

  • 16:19 13 Çile 2019
  • Rojane
ÊLIH - Li Êlihê ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meş hat lidarixistin û polîsan êrîşî meşvanan kir. Di di êrîşê de polîsan Namzetê Hevşaredariya Êlihê yê HDP’ê Sabrî Ozdemîr binçav kirin. 
 
Rêxistinê HDP’ê û DBP’ê yên Êlihê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meşek protestoyî li dar xistin. Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Êlihê Bêrîvan Helen Işik, Hevserokê DBP’a Êlihê Şukru Tapkan, Namzetên Hevşaredariya Êlihê yên HDP’ê Songul Korkmaz û Sabrî Ozdemîr jî di nav de endam û rêveberên HDP’ê ji bo meşê li Kolana Gulîstanê kom bûn. 
 
Girseyê bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana Îmraliyê” ber bi avahiya HDP’ê ya Êlihê ya li Dortyolê ye dest bi meşê kir. Piştî demek kin polîsan rêya meşvan girt. Tevî hemû astengiyên polîsan jî girse xwest bimeşe. Polîsan xwe li meşê ranegirt û êrîş kirin. 
 
Di kêliya êrîşê de polîsên çekên lûle dirêj di destê wan de Namzetê Hevşaredariya Êlihê Sabrî Ozdemîr binçav kirin. 
 
Piştî êrîşê girse derbasî avahiya HDP’ê ya Êlihê bû.