Leyla Guven derneket hevîdtina parêzerên xwe

  • 14:00 13 Çile 2019
  • Rojane
AMED - Hat diyarkirin ku Hevseroka KCD'ê û parlamentera DHP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ku 67 roj e di greva birçîbûnê de ye ji ber rwşa tendirustiya xwe îro jî derneketiye hevdîtina parêzerên xwe.
 
Duh piştî ku birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehemet Ocalan çû li Îmraliyê pê re hevdîtin kir, parêzerên Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guenv ku 67 roj e di greva birçîbûnê de ye ji bo ku pê re hevdîtinê bikin çûn girtîgehê. Lê ji ber ku rewşa tendirûstiya Leylayê xirab e hat diyarkirin ku  dîsa derneketiye hevîdtinê.  
 
Hat ragihandin ku parêzerê Leylayê Serdar Çelebî vê sibehê careke din çûye Girtîgeha Tîpa E ya Amedê.
 
Lê dîsa hat ragihandin ku  Leyla ji ber pirsgirêkên xwe yên tendirustiyê derneketiye hevdîtinê.