Fîgen Yuksekdag: Em ê bi vekirina deriyên Îmraliyê re rêya azadiyê vekin

  • 13:59 13 Çile 2019
  • Rojane
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag, ji girtîgeha lê dimîne bi telefonê beşdarî Kongreya HDK’ê bû. Fîgen Yuksekdag, bang li beşdarvanên kongreyê kir û got: “Ger em bi hev re deriyê Îmraliyê vekin, em ê wê demê karibin rêya aştî û azadiyê ya li Tirkiyeyê jî vekin.”  
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya berê Fîgen Yuksekdag, ji Girtîgeha Kandira bi telefonê beşdarî 9’emîn Kongreya HDK’ê bû. Fîgen, di çarçoveya mafê telefonê ya hevdîtina bi malbatê re beşdarî kongreyê bû.
 
Fîgen, bi van gotinan bang li beşdarvanên kongreyê kir: “Ez we hemûyan û hevalan silav dikim. Ev ji bo min ceribandinek nû ye. Ez hêvî dikim ku kongreya we bi serkeftî derbas bibe û di pêvajoya li pêş me de serkeftinên mezin bi dest bixe. Mîna parazvanên têkoşîna aştiya demokratîk em hewl didin peywira xwe bi cih bînin. Em di hûndir dene û hûn jî li dervene. Ez bawer dikim ku kesên di vê rêyê de bimeşin, dê bigihin serkeftinê. Kesên di rêya ked û azdiyê dimeşin, tim qezenc dikin. Me tu carî rêhevalatiya we ji bîr ne kiriye. Em bi rih û keda xwe, di navenda vê têkoşînê de cih digirin. Dilê me bi were lê dide. A girîng ew ku em karibin yekparebûnê biparêzin. Teqez û teqez emê serbikevein. Yên li ber xwe bidin dê qezenc bikin. ‘Tezeq emê qezenc bikin.’ Bêguman ez xîtabî kongreyê dikim. Di heman demê ez silavên xwe li jinên duh kongreya xwe pêk anîn jî dikim. Bêgoman dengê me gehişt wan. Em îro ji çapemeniyê fêr bûn, bi serkeftî bûye. Emê îro bi moral derkevin pêşberî gelê xwe. 
 
HDK Bawerî û hêza me ya cewherî ye
 
Em li ku derê dibin bila bibin, baweriya me ya çewherî, hêza me ye. Ez dibêjim ku HDK hêza me ya çewheriye. HDK bawerî û hêza me ya çewheriye. Rêxistinbûyîna me ya mezine. Divê em hîn zêdetir vê hêza xwe hembêz bikin.”
 
Leyla guven pêşenktiya jinê pêşniyarî me dike 
 
Birêz Leyla Guven demek dirêje di greva birçîbûnê deye. Ji bo aştî û demokrasî pêk were, ji bo rakirina tecrîdê bi li ber xwe dide. Bi pêşengiya jinê tevdigere. Azadîxwazên li zindanan ên ku tu carî nekarî esîr bên girtin, ji bo vî deriyê azadiyê vekin bi hevparî tevdigerin. Dikevin rêyeke zor û zehmet. Dawiya vê rêyê wê serketin be. Em bi vê bawer in. Ez bi vê hêvî û baweriyê carek din we hemûyan silav dikim û hezkirinên xwe ji wer dişim. Ez ji we hemûyan hez dikim. 
 
Piştî ku Fîgen Yuksekdag axaftina xwe qedand, beşdarên kongreyê bi berzkirina dirûşmeyên "Girtiyên şoreşger rûmeta me ne" û "Bijî berxwedana zindanan" Fîgenê silav kirin.