Ji Leyla Guven peyam: Çavê me li pêngava berxwedanê ya li derve ye

  • 13:52 13 Çile 2019
  • Rojane
ENQERE – Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 67 roj in di greva birçîbûnê de peyam şand Kongreya 9’emîn a HDK’ê û wiha got: “Îro çiqas çav û guhê we li zîndanan e, çav û guhê me jî ewqas li ser berxwedanên li derve pêş bikevin e.” 
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)  û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven a 67 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye peyam şand Kongreya 9’emîn a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ku li Enqereyê hat lidarxistin. 
 
Peyama Leyla Guven wiha ye:
 
“Em di rojên dîrokî re derbas dibin. Bi we re tevî hemû bêşertiyan û bêderfetiyan jî mirov dikare bêje ‘em dîwaran xera dikin’ û bi hişmendiyek azad û li ser bingeha vînê em ê hev bibînin. Kes nikare me dîl bigire. Ji bo siberojên em xwe bi şiklek azad îfade bikin, em ê zemînan biafirînin. Ev yek ji bo min dibe moral û coşek mezin. Modernîteya kapîtalîst xwe heta hemû hucreyên min birêxistin û sazî kiriye. Espiriya netew-dewletê bi sed salan e didome û serdestiya vê hişmendiyê ketiye fetlanekên xwe dawî û ber bi nefesa xwe ya dawî ve diçe.
 
Helbet ne ji ber xwe ve hatiye vê astê. Gelan, bindestan, kedkaran, jinan û ciwanan têkoşîn birêve birin e û di vê oxirê de bedelên giran hatine dayîn. Bi hezaran dilên şoreşger têkoşîna bi milyonanan heta îro anîne. Bûne xwedî piştevaniya herî mezin. Sakîne Cansiz, Kemal Pîr, Îbrahim Kaypakkaya, Denîz Gezmiş û Mahîr Çayan û bi hezaran şoreşgerên din vê mîrasê ji Che Guavera girtin e û şoreşê afirandin e. Îro jî agirê şoreşa wan venemiriye û tu demek ewqas ku şoreşa azadiyê nêz nebûye di vê serdemê de nêz dibe. 
 
Lê ya girîng ew e nokteyê derbas nekin. Serdema ku êrîş û faşîzmê herî zêde bûye ev serdem e. Dê li dijî van êrîş û pergala faşîzane aqlê şoreşê biafire. Heke pergala sosyalîst-demokratîk neyê avakirin û helwestek pêwîst dernekeve holê dê faşîzm xwe ji nû ve ava bike û dê bibe ku fersendên dîrokî ji destên me biçe. 
 
Yanî bi wateyek xwe ya din ev şerê vînekê ye. Wek min di destpêkê de jî got ev serdema serdema destkeftiyên mezin e.
 
Çalakiya min îro di roja 65’emîn de ye. Ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di sala 20’emîn de ku bi destên hêzên komplogerên navdewletî didome bê şikandin min çalakiyek da destpêkirin. Îro ev çalakî bi tevlîbûna sedan girtiyan didome. 
 
Helbet tecrîd ketiye merhaheleyek krîtîk û jiyanî. Tecrîda li Îmraliyê pêk tê li ser hemû beşên civakê pêk tê û Tirkiye tê tecr3idkirin. Lê encax em dizanin faşîzm bi hevgirtinê û têkoşîna yekgirtî dê têk biçe. Heke em wisa bikin dê têkoşîna me li dijî faşîzmê bi ser bikeve. Têkoşîna hevpar ketiye asta elzemiyê. Di vê di vê nokteyê de Kobanê ji bo me bûye wate û daye nîşandan ku em ê bi ser bikevin. 
 
Em ketin qonaxa ku tecrîd bê şikandin, faşîzm hilweşe û gel bên azadkirin. Me li zîndanan xwe li dora berxwedanê kir xelek û ji bo em faşîzmê bişkênin têdikoşin. Em vê ala berxwedanê datînin ser milê hevalên xwe yên li derve û em berxwedana xwe didomînin. Îro çiqas çav û guhê we li zîndanan e, çav û guhê me jî ewqas li ser berxwedanên li derve li pêş bikeve ye. Ez bin vê destûrê ‘Berxwedan mezin dike û pasîfîzm dikuje’ xêz dikim. Ez di vê oxirê de dikarim bi hezkirinek bimirim. 
 
Di van rojên berxwedanê de ez bi bawerim em ê bi ser bikevin, ez carek din we silav dikim û bi dilên we yên şoreşger bi germahiya hevrêtiyê dipêçim.”