Çalakiya Leyla Guven di roja 67’an de ye

  • 09:32 13 Çile 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem dorneveger kir, Leyla ya îro greva wê  di roja 67’an de berdewam dike hat diyarkirin ku rewşa tendirstiya wê her ku diçe xirab dibe.
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) ya Colemêrgê û hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk (KCD)  Leyla Guven bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger kir û 2 meh di ser çalakiya wê re derbas bû û hat hînbûn ku rewşa Leylayê her diçe xera dibe.
 
Leyla Guven ku ji 4’ê Çile heta niha bi parêzeran re jî hevdîtin nekiriye, di rojên borî de dayika wê Cevriye Guven jiyana xwe ji dest dabû û tevlî şîna dayika xwe jî nebibû.
 
Daxwaza Leyla Guven çi ye?
 
Leyla diyar dike ku heta tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ranebe wê çalakiya xwe bidomîne û wiha dibêje: “Îro gelek hewcedarî bi Ocalan heye. Peyama ji wî tê pir girîng e. Divê bi malbat û parêzeran re hevdîtinê bike. Daxwaza Leylayê  ev e ku tecrîda girankirî bi dawî be.”