Divê girtiya nexweş Meles bê emelyatkirin

  • 09:26 13 Çile 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Ji bo girtiya nexweş Meles Tekîn ji aliyê STE’ê ve rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ hat dayîn û hat hînbûn ku divê Meles ji made emelyat bibe lê ji ber hatiye xwestin li girtîgehê bê emelyatkirin, Melesê qebûl nekiriye.
 
Meles Tekîn ya 73 salî li Mêrdînê bi hinceta 4 sal û 2 meh cezayê wê heye di nîsana 2017’an de hat girtin û şandin girtîgehê. Meles ji girtîgeha Mêrdînê şandin girtîgeha Xerpêtê. Meles li wir ji ber pirsgirêkên tenduristiyê her tim derxistin revîrê û piştre jî ji bo rapora Saziya Tipa Edlî şandin Edenê. Bi biryara doktorê revîrê Melesê dermankirina diyalîza li qawîşê dît û rapora STE’ê ya ji bo wê jî 5 meh şûnde derket.
 
Di rapora di cotmeha 2018’an de hat amadekirin de hat gotin ku Meles dikare di girtîgehê de bimîne. Bi rapora hat amadekirin re daxwaza parêzeran a berdana bi şertê kontrola edlî û hepsa malê hat redkirin.
 
Gelek nexweşiyên wê hene
 
Meles ji ber temenê xwe yê pêşketî gelek pirsgirêkên tenduristiyê dijî û herî dawî bi daxwaza doktorê revîrê re biryar hat dayîn ku divê dermankirina diyalîzê bibîne. Meles bi alîkariya hevalên xwe hewcedariyên xwe tîne cih û her wiha ji dil, sîng, tansiyon û şekir jî nerehete.
 
Niha jî hat hînbûn ku doktorê revîrê gotiye divê Meles ji made emelyat bibe û hat hînbûn ku gotine divê tu li girtîgehê bê emelyetkirin û wê jî qebûl nekiriye.