Ji bo zarokên ji Efrînê hatin koçkirin necemide kincan didirû

  • 09:01 13 Çile 2019
  • Rojane
ŞEHBA  - Jina bi navê Esmehan Seydo ji bo zarokên ji Efrînê hatin koç kirin necemide kincan didirû. Esmehanê got:"Ev zivistinek dijwar e. Zarok gelekî dicemidin. Ji bo ku necemidin ez ji wan re kincan didirûm."
 
Piştî dewleta tirk û komên girêdayî wî êrîşî Efrînê kirin şûnde gelê Efrînê li Şehbayê bi cih bûn. Gelê Efrînê yên li Şehbayê bi cih bûn tevî derftên kêm têkoşîna jiyanê didin. Jina bi navê Esmehan Seydo ya 30 salî û li Navçeya Şîşeya Şehbayê dijî, ji bo zarokên ji Efrînê hatin koç kirin necemide kincan didirû. Esmahanê anî ziman ku yên ku herî zêde zehmetiyê dikişînin zarokin û got ku ew loma herî zêde dixwaza alîkariya zarokan bike. 
 
'Ji ber ku ez alîkariya zarokan dikim ez bextewar im'
 
Esmehanê wiha got:"Ez di 15 saliya xwe de hînî dirûtinê bûm. Berî ku dewleta tirk û çeteyên xwe êrîşî me bike kargeha min a dirûtinê li Efrînê hebû. Li wir bi awayekî aram min karê xwe dikir. Niha li dijî dijwariyên jiyanê em li berxwe didin. Ez ji bo zarokan kincan didirûm. Ez gelek bextewar dibim ku ez bi vî awayî alîkariya zarokan dikim."
 
'Dema ku zarok kêfxweş dibim ez gelek bextewar dibim'
 
Esmehanê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Dema ku ez kincan ji zarokan re didirûm û ez bextewariya di hundur çavên wan de dibînim ez bextewartir dibim. Ev zivistinek dijwar e. Zarok gelekî dicemidin. Ji bo ku necemidin ez ji wan re kincan didirûm û dema ku ez dibim şahidê kêfxweşiya wan ez jî gelekî bextewar dibim."