ROJEVA 13'Ê ÇILEYÊ 2019'AN

  • 09:00 13 Çile 2019
  • Rojev
*Jina bi navê Esmehan Seydo ji bo zarokên ji Efrînê hatin koç kirin necemide kincan didirû. Esmehanê got:"Ev zivistinek dijwar e. Zarok gelekî dicemidin. Ji bo ku necemidin ez ji wan re kincan didirûm." DÎMEN HEYE
 
*Suzan Îşbîlen ya HDP’yî destkeftiyên rêveberiyên herêmî yên ji HADEP’ê heta HDP’ê vegot: “Di 1999’an de AKP tunebû lê wê demê li ser me zext zêde bûn. Îro jî zextên AKP’ê hene. Ji wê rojê heta niha ger tiştek hatibe guherîn ev jî bi bawerî û têkoşîna me bû. BI DÎMEN
 
Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem dorneveger kir, Leyla ya îro greva wê  di roja 67’an de berdewam dike hat diyarkirin ku rewşa tendirstiya wê her ku diçe xirab dibe.
 
*Ji bo girtiya nexweş Meles Tekîn ji aliyê STE’ê ve rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ hat dayîn û hat hînbûn ku divê Meles ji safra kesesî emelyat bibe lê ji ber hatiye xwestin li girtîgehê bê emelyatkirin, Melesê qebûl nekiriye.
 
*Bêrîvan Kutlu ya ji HDP’ê bû namzeta hevdşaredariya Cizîrê wiha got: “Ji bo xizmeta herî baş bidim gelê berxwedêr yê Cizîrê bûm namzet. Ez dixwazim bi navê jina azad siyasetê bimeşînim û hêjayê navê Bêrîvanê bim.
 
* Malbatên girtiyan diyar kirin ku ew heta dawî piştgiriyê didin greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyên din û wiha gotin: “Ya dikeve ser milê me ev e ku em dengê wan bidin bihistin. Heta tecrîd bi dawî be em ê ligel girtiyan bin.” BI DÎMEN
 
*Berdevka Meclîsa Jinan Dîrayet Dîlan Taşdemîr diyar kir ku rewşa Leyla Guven ya di roja 66’emîn a greva birçîbûnê de ye hatiye astek krîtîk û wiha got: “Parlamenter û hevseroka KCD’ê Leyla Guven di grevê de ye û di rewşa ku tiştek pê bê de wê rê li ber pirsgirêken ku welat nikaribe ji binî rabe vebike.” BI DÎMEN
 
*Parêzer Denîz Yenîkaya diyar kir ku ji bo polîsê bi navê A.D. yê ku jina trans Hande Buse Şeker qetil kiR, cezayê herî giran bigire wê têbikoşin û wiha got: “Lê ev têr nake. Ev pirsgirêkek civakî ye. Kuştin ji ber vê polîtîk in. Divê zîhniyet biguhere.” BI DÎMEN