Zelal Ceger: Wê şerê cîhanê yê sêyemîn nebe wek yên din

  • 17:03 12 Çile 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Komcivînekê di derbarê rewşa siyasî ya  dawî de li darxistin û gelekê sazî û dezgeh tevlî bûn.
 
Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê bi hazirbûna hemû Endamên xwe yên Herêma Cizîrê,  Meclis, komîn û partiyên din, komcivîneke di derbarê rewşa siyasî ya dawî û êrîşên dewleta  Tirk ya li ser Herêma Efrînê ya di 20'ê meha Çile de li darxsitin.
 
Di destpêkê de deqeyek rêz hat girtin, her wiha Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk  (TEV-DEM) Zelal Ceger di serî de hemû pekrewanên  azadiyê bi bîr xist û got: "Em  pêvajoyeke şerê cîhanê yê sêyemîn dijîn. Her wiha wê şerê cîhanê yê siyemîn ku niha li  Rojhilata Navîn diqewime nebe wek yên her dû şerên cîhanê yên din û wiha pêde çû: "wekê  ku em dizanin di 20'ê meha Çile ya sala borî de êrîş ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hat  kirin bi top û teyaran. Tevî wiha jî miletê Kurd bi qehremantiyeke pir mezin berxwedanî li  himber tang û teyaran dan meşandin. Efrînê hate dagirkerkirin lê hin jî berxwedaniya wê  berdewam e."
 
Zelalê bal kişand ser itîfaq û berjewendiyên dewletan bi hev re li ser esasê parastina  berjewendiyên xwe û wiha got: "Şerê cîhanê yê siyemîn bi şerê dewletan re û her dewletekê li  pey berjewendiyên xwe tev digere. Her wiha ku wê kî bêhtir karibe Rojhilata Navîn bike bin  destê xwe û hukumdariya wê bide meşandin. Lê ji bo mafên xwe em ê her têbikoşin."
 
Di dawiyê de Zelalê got ku dirûşmeya me ya esasî "berxwedana jiyane" û wiha got: "Tişta ku  dewletên navnetewî ji Kurdan dixwazin ew e; ku kurd serê wan tewandî be, ji bo mafê xwe  deng nekin. Tişta ku ji wan re bibêjin pêk bînin. Lê nizanin ku em wekê gelê Kurd dirûşmeya  me "berxwedan jiyane." heyanî dilopeke xwîn di laşê me de hebe em ê li peyî şopa şehîd û  doza xwe bin, heyanî ku em bi ser bixin."