Divê tevahî gelê azadîxwaz herêmên xwe ji dagirkeriyê biparêzê

  • 16:22 12 Çile 2019
  • Rojane
KOBANÊ - TEV-ÇAND`ê ji bo piştgirya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK`ê Abdulah Ocalan daxuyaniyek dan.
 
Bi dehan endamên çand û hûnera Baqî Xido ya Kantona Kobanê bi hilgirtina wêneyên Leyla Guven û Rêberê PKK`ê Abulah Ocalan her wiha ala çand û huner û pankarta` Em çanda xwe diparêzin` , daxuyaniyek ji bo piştgiriya Hevseroka KCD`ê Leyla Guven û ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan li navenda Baqî Xido dan.
 
Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir û bi kurdî û erebî ji aliyê endamên çand û hunera Baqî Xido Zîlan Hemo û Rîbah Mehmûd ve hatin xwandin.
 
Daxuyanî wiha bû:
 
"Weke hemû cîhan dibîne û temaşe dike hêzên me yên siyasî û leşgerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serkeftinan li dijî terora DAIŞ`ê bi dest dixin. Bi saya van serkeftinan hemû pêkhateyên Rêveberiyê Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di warên çandî, civakî û siyasî de pêşketinên ber bi çav dikin, lê dewleta Tirk a dagirker xwe li hember van pêşketinan nekarîbû ragir e. Lewma piştî dagirkirina Efrînê vê carê jî gefan li ser Minbic û Rojhilatê Firatê, ango herêma Cizîrê dixwe; bi awayekî cidî li ser sînor amadekariyên leşgerî dike; hemû zagon û exlaqên mirovî bin pê dike.
 
Em hemû dibînin, dizanin û dişopînin, Ji destpêka aloziya Sûriyêayê ve Erdogan gefan li ser welatê me dike, hewl dide Sûrî dagir bike û tevlî Tirkiyê bike. Li gorî xewna împaratoriya Osmaniya nû tevdigere. Di herêmên Bab, Ezaz, Cerablus,idlib û Efrînê de siyaseta guhartinên demografîk pêş dixîne. Li welatê ku Kurd, Ereb, Suryan,  Aşûr, Çeçen û Tirkmen dijîn bi siyaseta yek ziman û yek al, hewl dide ziman û çanda gelan tune bike. Behsa welatekî ku ji Îdlib ta Kerkûk dirêj dibe dike. 
 
Em weke tevgera çand û hunera demokratîk li Kobanê ; van gefxwarinên dagirkeriya Tirk şermezar dikin û ger pêwîst bike em amade ne xaka ku bi xwîna hezaran cangoriyan her roj şîntir dibe biparêzin. em amade ne vî şerê rûmetê, di her qadê civakê de jî bimeşînin. 
 
Lewma em di destpêkê de bang li gelên xwe yên dildarê axa azad û demokrat dikin ku dengê xwe bi dengê me û bi dengê hemû saziyên me yên rêveberiyê xweser ve bikin yek. Guh û çavên xwe ji derew û şerê derûnî ya dagirkeran bigrin û di eniya berxwedana zanistî, azadî û wekhevî de cihê xwe bigrin. Em bang li partiyên sîyasî jî dikin ku taybet di vê demê de li gor sîyaseta netewî tev bigerin û xeta welatparêziyê di sîyaseta xwe de biparêzin. Em bang li raya giştî ya Sûriyê ya demokrat dikin ku êdî li hember dagirkeriya dewleta Tirk helwestek zelal diyar bikin. Em tev baş dizanin ku armanca Erdogan binpê kirina yekîtiya Sûriyê û  parastina DAIŞ`ê ye. 
 
Weke tê zanîn pêşenga jina Kurd Leyla Guven ji ber tecrîda li ser Rêber Ocalan rake kete gireva birçîbûnê. Bê guman ev çalakî û çalakiyên din yên gireva birçîbûnê li welat û dervayî welat  tên meşandin. Tecrîd û çalakiyên ku têne kirin ji sîyaseta dewleta Tirk qut nînin û encama sîyaseta wan a Bakur û Rojavayê Kurdistanê ye. Lewra em piştgiriya Leyla Guven û çalakîyên din dikin û em dibêjin çalakgerên gireva birçîbûnê mafdar in. Pêwîste demildest tecrîda li ser Rêber Ocelan were rakirin û beriya ku çalakger jiyana xwe ji dest bidin dawî li çalakiyan were anîn. Bê guman ger wisa be li Kurdistanê û Tirkîyê dê pêşiya jiyaneke demokratîk vebe.  
 
Di dawî de em bang li hemû hemwelatiyên azad yên Cîhanê dikin; ji Awusturalya ta Kanada ji Çînê ta Arjantînê, hemû dilxwazên azadiyê ku di şerê li dijî terora DAIŞ`ê de çawa ku mil bi mil bi me re ala azadiyê hildan jorê, îro jî em daxwaz dikin dengê gelên me li çar aliyê Cîhanê belav bikin û rastiya dagirkeriya Tirkiyê bigihînin guhên nabihîsên, çavên nabînin. 
 
Em bi vê daxuyaniyê careke din eşkere dikin ku azadî bê bedel nabe û em şervanên hunerê, amade ne weke pêşeng canê xwe jî bidin. Bi vê mebestê em careke din dibêjin ê ku serbikeve hizir û îradeya mirovê azad e."
 
Daxuyanî bi silogana` Bijî Serok Apo` bi dawî bû.