‘Berxwedan dê tecrîdê bişkîne’

  • 16:20 12 Çile 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Mêrdînê civîna gel li dar xist. Ebru Gunay, ev peyama da: “Berxwedan dê tecrîdê bişkîne”
 
Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine lidarxistin li navçeya Mîdyatê civîna gel li dar xistin. Civîn li avahiya HDP’ê hat li dar xistin. Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay û gellek welatî tevlî bûn.  Beriya destpê kirina civînê deqeyek rêz hat girtin.
 
Di serî de nivîsa ku Navenda Giştî ya HDP’ê şandibû ji aliyê Hevserokê DBP’ê ya Mêrdînê Leyla Bozkuş ve hat xwendin. Piştre Parlementera HDP’ê Ebru Gunay axivî. Ebru, bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve dema parêzer bû hevdîtinên ku wî re kirbûn anî ziman û ev tişt got: “Tecrîda ku îro giran bûye bandorê her devera jiyana me dike. Duh li Sur, Cizîr, Nisêbîn û Silopiyê qedexeya derketina derve hatibû jiyîn û me tecrîd bi awayekî mezin ji nêz ve dîti. Li wir ji her alî ve jiyan a gel hatibû dorpêç kirin û xaniyên wan li ser wan de hilweşand. An ew ê di nava çar duwaran de bi tenê bimana, an jî li ber dewletê serî bitewandana.”
 
‘Em dikarin careke din bi ser kevin’
 
Ebru, di dirêjiya axaftina xwe de got ku tecrîda ku li ser Abdullah Ocalan giran bûye heta neyê rakirin dê tu tişt çareser nebe û wiha pêl da axaftina xwe: “Li girtîgehan grevên birçîbûnê ku hatine destpêkirin ji ber vê sedemê ye. Gelê kurd serkeftiyên xwe bi têkoşîn û berxwedana xwe ve bi dest xistin. Tecrîda li ser Ocalan di demên pêşî de jî bi berxwedana gelê kurd ve hat rakirin. Her berteka gelê kurd li girtîgeha Îmraliyê paceyek vekir. Di çalakiya ‘hûn nikarin roja me tarî bikin’ ve gellek serkeftinan bi dest xist. Serkeftiyên kurdan bi berxwedana gelê kurd û Ocalan ve hat bi dest xistin. Em dikarin careke din bi ser kevin. Tu kes bila tiştên ku dikin bila biçûk nebinin. Carna hîn çalakiyên biçûk dibin sedema serkeftiyên mezin. Lewra jî vî tecrîdê berxwedan dikare bişkîne. Azadiya Ocalan azadiya gelê kurd û gele Rojhilata Navîn e.”
 
Civîn bi pêşniyaran bi dawî bû.