Piştgiriya Şengaliyan a ji bo Leyla Guven didome

  • 14:38 12 Çile 2019
  • Rojane
 
ŞENGAL - Li Şengalê çalakiya greva birçîbûnê ya ji Leyla Guven didome.
 
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rabe ketibû greva birçîbûnê. Çalakiya Leylayê ket roja 66'an. Li Şengalê jî çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo Leylayê dest pê kiribû. Derbarê çalakiya greva birçîbûnê de jinên Şengalê axivîn û gotin:"Heta tecrîd bi dawî bibe em ê çalakiyên xwe bidomînin."
 
Jina bi navê Berfê Elyas wiha got:"Îro Leyla Guven di nava berxwedanek mezin de ye. Em jî wekî jinên Êzidî piştgiriyê didin çalakiya wê. Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin Leyla Guven a ku ji bo aştiyê û azadiyê li berxwe dide."
 
Her wiha Şîrin Kemal jî wiha got:"Em her dem amadene ku piştgiriyê bidin Leyla Guven. Heta em sax bin em ê piştigiriya ji bo Leyla Guven û azadiya Serokê xwe bidomînin."