Xizmên Windayan çalakiya Leyla Guven slav kirin

  • 14:21 12 Çile 2019
  • Rojane
AMED - Xizmên Windayan û ÎHD'ê di hefteya çalakiya xwe ya 518'emîn a ku bi dirûşma "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" her hefte li dar dixin de çalakiya Leyla Guven a greva birçîbûnê slav kirin û diyar kirin ku divê daxwazên Leylayê bê bicihanîn. 
 
Xizmên Windayan û ÎHD'ê di hefteya çalakiya xwe ya 518'emîn a ku bi dirûşma "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" her hefte li dar dixin de çalakiya Leyla Guven a greva birçîbûnê slav kirin û diyar kirin ku divê daxwazên Leylayê bê bicihanîn. Çalakiya vê hefteyê li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" hat vekirin. Vê hefteyê Endam û rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, xizmên windayan, aktivistên mafên mirovan beşdar bûn. Di çalakiyê de li aqubeta Omer Oner û Mehmet Nurî Dayan ên ku di sala 1994'an de li Gundê Çinara Amedê hatin windakirin hat pirsîn. 
 
'Jiyana Leylayê di nava talûkeyê de ye'
 
Sekretera Şaxa ÎHD'ê Yuksel Aslan Acar got:"Ji ber zext û binpêkirina mafan girtiyan li zindanan bedena xwe dane ber birçîbûnê. Jiyana Leylayê di nava talûkeyê de ye. Divê hemû kes destên xwe dînin ser wicdanê xwe û ji bo girtiyan dengê xwe bilind bikin."
 
'Bila kevirekî goristanên me hebe'
 
Hevsera Omer Oner ê ku di 14'ê Çileyê 1994'an de hat windakirin, Nezîre Baran çîroka wî xwend û got:"Hevserê min bi motorê û tevî hevalên xwe çû pez biçêrîne. Lê piştî wê me tu agahî ji wan negirt. Me serî li her derê da lê me wan nedît. Ji ber ku em li wî digeriyan gelek caran polîsan girtin ser mala me de. Em ji ber zextên dewletê hatin Amedê. Ez û zarokên xwe tenê mabûn û me rojên gelek bi zehmet derbas kirin. Ewqas sal derbas bû lê hîn me hevserê min nedît. Heta ku hilma min tê bike ez ê dev ji têkoşîna ji bo dîtina hevserê xwe bernedim. Bila kevirekî goristanên me hebe. Ez li ber hevserê xwe û hemû windayan bejna xwe ditewînim."