Polîsan êrîşî girseya ku diherikin Girtîgeha Amedê kirin

  • 13:32 12 Çile 2019
  • Rojane
AMED - Polîsan êrîşî girseya ku diherikin ber Girtîgeha Tipa E ya Amedê kirin.
 
Civînên gel ên HDP û DBP'ê didomin. Piştî civîna ku li Eywana Konferansê ya Vedat Aydin pêk hat şûnde Rêvebirîn HDP û DBP'ê, parlamenterên HDP'ê û gelek kes ber bi Girtîgeha Tipa E ya Amedê de meşiyan. Girseya ku ber bi girtîgeha Leyla Guven tê de tê girtin bi êrîşa polîsan rû bi rû man. 
 
Girseyê li dijî êrîşan dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan","Em ê bi serîhildanê bi ser bikevin" berz kir.