3 jinên Kurd ên siyasetmedar li Parîsê tên bîranîn
- 12:57 12 Çile 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Firansayê ji bo bîranîna 3 jinên Kurd ên siyasetmedar ên ku 6 sal berê li Parîsê hatin qetilkirin, bi hezaran kes hatin gel hevdu.
Gelek kes ji cihên Ewropayê yên cuda derketin rê û di saetên serê sibehe de gihaştin Parîsê. 3 jinên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan 6 sal berê li Kuçeya "La Fayette" ya Paytexta Firansayê ya bi navê Parîsê hatibûn qetilkirin. Ji bo bîranîna 3 jinên siyasetmedar bi hezaran kes hatin gel hevdu. Wêneyên 3 jinên kurd ên siyasetmedar hatin hilgirtin û dirûşme hatin berzkirin. Her wiha gelek rêxistin beşdarî bîranînê bûn û peyama piştgiriyê dan.
Di nava daxwazên bingehîn ên di çalakiya Parîsê de daxwaza edaletê cih girt. Her wiha hat xwestin ku tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin. Hat xwestin ku Komiteya Pêşbirîna Îşkenceyê (CPT) peywira xwe bi cih bîne.
Tê payin ku kesên li qadê kom bûne, bimeşin Qada Rebuplique û bi mîtingekê çalakî bi dawî bibe. Dê li ser dika ku dê li qadê bê avakirin derbarê komkujiyê de peyam bên dayin.