Vîtamîna B1'ê nadin girtiyên li Girtîgeha Rihayê

  • 11:15 12 Çile 2019
  • Rojane
RIHA - Girtiyên li Girtîgeha Tipa T ya Hejmara 2'yan a Rihayê, Semra Akan û Sabiha Onder ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rabe ketin greva birçîbûnê. Hat diyarkirin ku girtiyên ku heta tecrîd bi dawî bibe ew ê di greva birçîbûnê de bin, vîtamîna B1'ê nadin wan. 
 
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dabû destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leylayê ket roja 66'an. Bi heman daxwazê çalakiya greva birçîbûnê ya ku girtiyan bi komî di 16'ê Kanûnê de dest pê kiribû didome.  
 
Vîtamîna B1'ê nadin girtiyên li Girtîgeha Rihayê 
 
Girtiyên li Girtîgeha Tipa T ya Hejmara 2'yan a Rihayê, Semra Akan û Sabiha Onder ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rabe ketin greva birçîbûnê. Semra û Sabiha name şandin Rojnameya Yeni Yaşamê û di nameyê de diyar kirin ku vîtamîna B1'ê nadin wan.
 
Di nameyê de wiha hat gotin:
 
"Ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe me di 5'ê Çileyê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Hevalên me yên li girtîgehê jî ji bo pişgiriyê bidin me wan jî dest bi greva birçîbûnê kirin. Îradeya girtîgehê mafê jiyanê nîne ber çavan û Vîtamîna B1'ê nadin. Çalakiya me ji nedîtîve dibînin. Daxwazên me neynîn cih û kontrola me ya tenduristiyê nayê kirin. Em li vir daxwaza xwe dîsa dubare dikin û em dibêjin ku bila tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan ê ku îradeya bi milyonan e, bi dawî bibe. Heta ku çalakiya me bi encam bibe em ê bidomînin."