Li korîdora nexweşxaneyê tundiya li dijî girtiya li Bakirkoye!

  • 10:55 12 Çile 2019
  • Rojane
STENBOL - Girtiya li Girtîgeha Girtî ya Bakirkoyê Leyla Akyildiz di 9'ê Çileyê de sewqî Nexweşxaneya Diranan a Ok Meydanê hat kirin. Hat diyarkirin ku Leylayê li nexweşxaneyê ji aliyê fermadarê leşkerî ve hatiye derbkirin. 
 
Girtiya li Girtîgeha Girtî ya Bakirkoyê Leyla Akyildiz di 9'ê Çileyê de ji ber nerehetiya diranên xwe sewqî Nexweşxaneya Diranan a Ok Meydanê hat kirin. Hat diyarkirin ku Leylayê ji ber ku muayeneya bi kelepçeyê qebûl nekiriye, li nexweşxaneyê ji aliyê fermandarê leşkerî ve hatiye derbkirin. Hat hînbûn ku fermandarê leşkerî serê Leylayê li derî xistiye, ew li erdê kaş kiriye û bêyî ku bê muayenekirin ew dîsa birine girtîgehê. Her wiha hat hînbûn ku Leylayê daxwazname ji Serdozgeriya Komarê re şandiye û fermandarê leşkerî gilî kiriye. 
 
'Li erdê kaş dikin'
 
Derbarê mijarê de parêzerê Leylayê yê ku me pê re hevdîtin pêk anî wiha got:"Piştî muayeneyê bijîşk û asistanên li nexweşxaneyê diyar kirine ku ji bo rontgenê divê kelepçe bê derxistin. Dema rontgen bê kişandin divê hemû alavên hesên bê derxistin. Bijîşk jî tînin ziman ku bi kelepçeyê tedawî nikare bê kirin û divê kelepçeya Leylayê bê derxistin. Tevî hemû israrên bijîşkan fermandar nahêle ku kelepçeya Leylayê bê derxistin. Piştre fermandar Leylayê derdixe koridorê, bi porê wê digire û serê wê li derî dixe. Piştre Leyla dikeve erdê. Li nexweşxaneye Leylayê gelekî kaş dike. Bêyî ku Leyla bê tedawîkirin wê dîsa dibin nexweşxaneyê. Leylayê daxwazname ji Serdozgeriya Komarê re şandiye û fermandarê leşkerî gilî kiriye. Fermandar kî ye navê wî çi ye hemû di daxwaznameyê de tê nivîsandin. Lê îdareya girtîgehê hewl nade ku li ser vê bûyerê bisekine."
 
Parêzer her wiha anî ziman ku ji ber girtî tedawiya bi kelepçeyê qebûl nakin nayên tedawîkirin û îdareya girtîgehan jî ji bo vê pirsgirêkê çareseriyê pêk nînin.