Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 66'an

  • 10:28 12 Çile 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 66'an.
 
Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 66'an. Rewşa tenduristiya Leyla Guven ber bi nebaşiyê ve diçe. 
 
Leyla Guven a ku ji 4'ê Çileyê heta niha nikare bi parêzerên xwe hevdîtine pêk bîne ji ber pirsgirêkên tenduristî beşdarî şîna dayika xwe Cevriye Guven jî nebûbû. 
 
Daxwaza Leyla Guven çi ye?
 
Leyla Guven tîne ziman ku heta tecrîda li ser Abdullah Ocalan bidome ew ê çalakiya greva birçîbûnê bidomîne. Leylayê dibêje:"Ji her carê zêdetir bi hevdîtina bi Birêz Ocalan re heye. Peyama ku ew ê bide dê gelek girîng be. Divê bê hiştin ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Daxwaza min ew e ku ev tecrîda giran bi dawî bibe."