Li Baglarê 4 HDP'yî hatin derbkirin û binçavkirin
- 10:11 12 Çile 2019
- Rojane
AMED - 4 Endamên Meclîsa Ciwanan ên HDP'ê ji bo çalakiya ku de li Baglarê li dar bixin belavok belav kirin. Ji ber vê yekê hatin derbkirin û binçavkirin.
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê sibehê li Navçeya Baglarê ya Amedê çalakiyê li dar bixin. Di çarçoveya çalakiye de 4 ciwanên ku belavok belav dikirin ji aliyê polîsan ve hatin sekinandin. Polîsan nehiştin ciwan belavokan belav bikin. Ciwanên bertek nîşanî vê yekê dan ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin.
Hat hînbûn ku 4 ciwanên hatin binçavkirin birin Muduriyeta Emniyetê ya Amedê. Her wiha ciwanên ku hatibûn derbkirin û binaçvkirin hatin piştre serbest hatin berdan.