Amedakariyên li sînorê Nisêbînê didomin: Destûra xebatkaran hat betalkirin!

  • 09:40 12 Çile 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Li sînorê Nisêbînê tevgera leşkerî didome. Hat hînbûn ku destûra xebatkarên li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê bêdem hatiye betalkirin. 
 
Piştî daxuyaniya operasyona derveyî sînor li sînorê Nisêbînê tevgera leşkerî didome. Hatibû îdiakirin ku ji Akademiya Tipê ya Leşkerî ya Gulhanê (GATA) ekibek leşkerî hatine Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê li vir lêkolîn kirine û qatê 4'emîn ê nexweşxaneye vala kirine. 
 
Destûr bê dem hatiye betalkirin
 
Li gor agahiyên hatiye bidestxistin, destûra xebatkarên li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê bêdem hatiye betalkirin. Her wiha tê gotin ku qatê 4'emîn ê nexweşxaneyê ku hatiye valakirin dê wekî servîsa lezgîn a ji bo leşkeran bê veqetandin.