Sebahat Tuncel: Berxwedana girtîgehan wê 2019’an diyar bike
- 09:13 12 Çile 2019
- Rojane
Habîbe Eren
ENQERE - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel diyar kir ku li Girtîgeha Amedê vê carê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê ala têkoşînek nû tê hildan û got çalakiya Leyla Guven daye destpêkirin, karekterê 2019’an jî diyar kiriye û got encama pêvajoyê jî wê ev têkoşîn diyar bike.
Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin di 8’ê Mijdara 2018’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger kir û grevê roja 65’an li pey xwe hişt. Her wiha piştgiriya ji bo çalakiyê li girtîgehan pêl bi pêl mezin dibe. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel a ev 2 sal zêde ye li Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê ye ketiye grevê, pirsên me bersivand.
*Çalakiya Leyla Guven ket roja 66’emîn. Hûn derbarê vê çalakiyê de dixwazin çi bêjin?
Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven a di 7’ê Mijdarê de hatiye destpêkirin bû destpêka pêvajoya berxwedanek nû. Li Zindana Amedê ya li dijî faşîzma 12’ê îlonê berxwedanek mezin daye, niha li dijî faşîzma AKP-MHP’ê pêla berxwedanek nû dest pê kiriye. Ev çalakiya bi pêşengiya hevala Leyla hatiye destpêkirin niha di serî de li girtîgehan, li Hewlêr, Silêmanî, Strasbourg, Galler û gelek cihên din pêk tên.
Leyla Guven wek parlamentera gel ev çalakî ne ji bo xwe ji bo gelan ji bo pêşeroja jinan ji bo aştî û azadiyê pêk aniye. Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan vegeuheriye îşkenceya sîstematîk. Di 2015’an de piştî têkçûna maseya muzakerê şûnde, mafên qanûnî û destûra bingehîn hatine destpêkirin. Ji wê rojê şûnde li Tirkiyeyê kaos kûrtir bû ev jî bi polîtîkayên tecrîd û neçareseriya pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye.
*Ji gelek girtîgehan ji bo greva Leyla Guven piştgirî hat. Niha li 30 girtîgehê ji 200’î zêdetir girtî ketine greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger. Hûn vê berxwedana girtiyan çawa dinirxînin?
Girtîgeh bûne navendên girîng ên têkoşînê. Berxwedana girtîgehan a li dijî darbeya faşîst a 12’ê îlonê, berxwedana zindana Amedê nîşan daye ku îradeya mirovan, berxwedana li dijî zilm û koletiyê, faşîzm têk biriye. Berxwedana li girtîgehan pêl bi pêl mezin bûye û hem li hundir hem li derve ala azadî û wekheviyê ya gelan hildaye. Têkoşîna berxwedana jinan li zindanê jî pir mezin e. Li zindana Amedê berxwedana Sakîne Cansiz û hevalên wê pergala faşîst a serdest a mêr têk biriye. Îro carek din dîsa li zindana Amedê bi pêşengiya jinan pêvajoya têkoşînek nû dest pê kiriye. Wê ev berxwedan jî faşîzmê têk bibe.
*Di her pêvajoya kaos û şer de tecrîd tê girankirin. Mirov divê çawa vê pêvajoya krîzê bixwînin?
Tecrîd tenê bandorê li Kurdan nake. Li ser hemû gelên Tirkiyeyê dike. Pêvajoya aştiyê ya di navbera 2013-2015’an de hatiye afirandin ji aliyê gel ve piştgiriyek mezin dît. Li hember aştiyê bawerî pêk hat. Lê piştî pêvajo hat bidawîkirin û plana têkçûyinê ket dewrê Tirkiye ket kaosê. Pergala kapîtalîzma modernîst li Tirkiyeyê bi krîza Kemalîzmê kûrtir bûye. Ji avabûna komarê heta niha Kurd û aliyên oldar ji derve hatine hiştin û vê jî bi awayekî cidî pêşî li demokrasiyê girtiye.
*Çalakiya Leylayê 60 roj derbas kir. Li gorî agahiyên parêzeran rewşa wê ne baş e. Di alî desthilatdariyê de di vê mijarê de pêngavek nehat avêtin. Hûn dixwazin derbarê vê de çi bêjin?
Li dijî çalakiya hevala Leyla Guven ker û lal in û ev jî me matmayî nahêle. Di vir de ya girîng ev e ku rayagiştî ya demokratîk xwedî li daxwaz û çalakiya wê derkeve. Leyla Guven bi salan di qada siyaseta demokratîk de xebat meşandiye. Têkoşîna azadiya jinê daye. Bi tecrubeya xwe demokrasiya herêmî pêk aniye. Di 2009’an de hat girtin û 5 salan di girtîgehê de ma. Di 7’ê Hezîranê de wek parlamentera Rihayê hat hilbijiartin. Dema Hevseroka KCD’ê bû hat girtin û dîsa di hilbijartinên 24’ê hezîranê de bû parlamenter. Tevî hat hilbijartin jî di girtîgehêde hat girtin. Kursiya wê ya meclîsê hat xespkirin. Ev berxwedan wê tecrîdê bişkîne û ji bo jin û gelan riya azadiyê vebike.
*Leyla Guven bi berxwedanê dest bi salek nû kir. Ev ê pêvajoyê çawa diyar bike?
Berxwedana Birêz Leyla Guven karekterê 2019’an jî diyar kir. Ev sal wê di alî jinan de bi têkoşîn û berxwedan derbas bibe. Têkoşîn wê encama pêvajoyê diyar bike. Ez bi vê baweriyê hemû heval û dostên xwe bi hezkirin silav dikim.