Platforma Şopandina Grevên Birçîbûnê dest bi xebatan kir
- 09:11 12 Çile 2019
- Rojane
AMED - Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger a parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li hemû girtîgehan belav dibe û bi hevkariya gelek saziyan di 7’ê Çile de bi armanca şopandina geşedanan Platforma Şopandina Grevên Birçîbûnê ava kirin û dest bi xebatê kir.
Bi hevkariya Komîsyona Girtîgehan a Baroya Amedê, Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD’a Amedê, Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD), Odeya Tabîbên Tirk û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) di rojên borî de Platforma Şopandina Grevên Birçîbûnê hat destpêkirin. Parêzer Gulan Çagin Kalelî ya di platformê de cih digire naveroka platformê vegot.
Gulanê diyar kir ku ji sedema ku hemû sazî bi hev re tev bigerin wê kar hêsan û baştir bibe ev ket meriyetê û wiha got: “Xebata bi hev re gelek girîng e. Piştgirî gelek girîng bû. Hem aliyê hiqûqî, hem aliyê tibî, hem jî yê siyasî yê pêvajoya grevan heye. Me di 7’ê Çile de li Amedê platfrom ava kir. Pêvajoya grevê bi Leyla Guven re dest pê kir. Piştre li hemû girtîgehan belav bû. Em parêzer dikarin yekser bişopînin. Em hevdîtinan bi girtiyan re dikin. Hewcedariyên wan pêk tînin.”
Gulanê bi lêv kir ku nêzîkatiya rêveberiyên girtîgehan a li hember girtiyan jî cuda dibin û wiha pê de çû: “Li hinek girtîgehan tê gotin ku girtiyên di grevê de kirine hucreyên yekkesî. Refakatiya girtiyên di grevê de girîng e. Ji ber dema bê rewşa krîtîk em bi refakat re dikarin hevdîtinê bikin. Ger refekat tune be ev rîsk e.”
‘Çi ji destên me bê em ê bikin’
Gulanê balkişand ser xebatên xwe yên pêvajoya ji vir şûnde û wiha dawî lê anî: “Em wek parêzerên platformê em ê rewşa girtiyan û pêvajoya li girtîgehan bişopînin. Em ê kontrola pêvajoya tenduristiyê jî bişopînin. Çi ji destên me bê em ê bikin.”