2 sal şûnde li Nisêbînê ji bo 342 avahiyan wê peşk bê kişandin

  • 09:10 12 Çile 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Nisêbînê piştî qedexeya derketina derve bi hilweşîna ket meriyetê hemû xanî hatin hilweşandin. Li şûna xaniyên hatin hilweşandin TOKÎ hatin çêkirin û avahiyên hatine temamkirin 2 sal şûnde wê roja duşemê peşka wan bê kişandin.
 
Li Nisêbîn a Mêrdînê piştî qedexeyê li 6 taxên hatin hilweşandin TOKÎ hatin avakirin û peşka TOKÎ’yên ku 2 sale hatine temamkirin jî wê roja duşemê pêk bê. Hat gotin ku wê peşka 342 avahî û 36 kargeriyên bazirganî yên etaba 4’emîn a taxa Firatê wê bên kişandin.
 
Li etabên din hîna xebatên 6 hezar û 140 avahiyê temam nebûne. Di pêvajoya çêkirina wan de baran û şertên hawirdorê bandor kir. Ji ber barana barî bi dehan carî sîwana wan dilop kir û di pêvajoya çêkirinê de dîsa hatin kontrolkirin û çêkirin.
 
Ji bo peymanan hewl tê dayîn malbat bên îqnakirin
 
Komîsyona Lihevkirinê niha ji bo îqnakirina malbatan rêbazên cuda diceribîne. Di daxuyaniya ku berê hatiye dayîn de hat gotin ku li taxên Abdulkadîrpaşa, Firat, Yenîşehîr, Dîcle, Kişla û Zeynel Abîdîn li erseyên vala xebat hatine kirin. 
 
Piranî etabê ku qedyane û 2 sal in nehatine teslîmkirin wê di 14’ê Çile roja duşemê saet di 10’an de peşka wan bê kişandin.