Nexweşxaneya dewletê tecawiz di tabloya sepanê de wekî nexweşî bi nav kir
- 09:07 12 Çile 2019
- Rojane
Rojda Aydin
MÊRDÎN - Li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê di tabloya danasîna beşên nexweşiyan de tecawiz wekî nexweşî hat nîşandan. Li ser vê danasîna tabloya sepanê ya li nexweşxaneyê ku tecawiz wekî nexweşiyekê di qada zer de hat nîşandan Hevseroka Odeya Bijîjkan a Mêrdînê Derya Etem derbarê mijarê de axivî û anî ziman ku di nava 5 neşxweşiyan de nivîsandina tecawizê şaşe û li şûna tecawizê divê bûyera edlî bê nivîsandin.
Îktîdara ku bi hemû qanûn û pêkanînên xwe tacîzkar û tecawizkaran diparêze û mexdûran teşîr dike vê carê jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbîna Mêrdînê bi talîmata Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca di nava taboloya sepanê ya danesîna nexweşiyan de tecawiz wekî nexweşî hatiye nivîsandin. Bi vê pêkanînê kesên bi tacîz û ecawizê re rûbirû mane dubare hatine mexdûrkirin. Hevseroka Odeya Bijîjkan a Mêrdînê Bijîşk Derya Etem derbarê mijarê de axivî.
‘Ev tablo ji bo nexweşan e’
Derya, anî ziman ku tabloya ji bo danesîna nexweşan hatiye darvekirin tiştekî gellek rast e û wiha got: “Daliqandina taboloyê tiştekî gellek raste. Ji ber ku nexweşên dema tên nexweşxaneyan li wê tabloyê dinêrin û dizanin ku dê biçin kîjan beşê. Lê ji ber ku li Mêrdînê nexweş gelekên wan bi tirkî nizanin û bi erebî û kurdî diaxivin ev tablo jixwe ji bo wan bê wate dimîne. Ev tabolo, ji sê beşan pêk tê. Qada kesk nexweşên ku giran nînin û li ser piyan dikarin tedavi bibin e, beşa sor jî ji bo beşa lezgîn e û ya zer jî di wateya xetereya jiyanê nîne de ye, lê ji ber lezgîniyê divê neyê sekinandin û bê tedavikirin e.”
'Divê bişîkên li herêma me bi kurdî zainbin'
Derya, di berdewamiya axaftina xwe de got ku pêwîste bijîjk her zimanî bizanibin û ev tişt got: “Ji bo kêmasiya nexweşxaneyan gellek bijîjkên me hebûn. Lê belê gellek hevalên me ji ber bi KHK’yan hatin îxrackirin, em îro nikarin pêwîstiya gel bi cih bînin. Ger ku îro hevalên me nehatina îxrackirin me dê ev qas zehmetî jî nekişandina. Mijarên ku em behs dikin hemû bi hev re girêdayî ne."
‘Tecawiz sûcê mirovahiyê ye’
Derya, di dirêjiya axaftina xwe de bi lêv kir ku dema dibêjin nexweşên rastî tecawizê hatine bi tenê jin tên bîra civakê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tecawiz sûcê mirovahiyê ye. Tecawiz ji hebûna civakê re êrîşek e û sepandineke belav belav e. Lewra jî tecawiz tiştekî lezgîne û divê zû bê mudaxelekirin. Tecawiz ne bitenê di qada zer de her wiha di qada sor de jî heye. Tecawiz bûyereke edlî ye, hoivîtî ye û ne nexweşî ye. Dema di nava 5 nexweşiyan de tecawiz hatiye nivîsandin ji aliyê civakê ve dibe ku cuda bê dîtin. Dibe ku hem jin, zarok û mêr rastî tecawizê hatibin û tecawiz nivîsandin şaş e. Li Şûna ku tecawiz bê nivîsandin, divê ‘bûyera edlî’ bênivîsandin.”
‘Em ê bi Serbijîjkê nexweşxaneyê re hevdîtinê bikin’
Derya, di dawiya axaftina xwe de got ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê di ji bo tabloya danasîna nexweşiyan bê guhertin ew ê bi serbijîşkê nexweşxaneyê re hevîdtinê bikin û ev tişt got: “Ji ber ku di tabloya sepanê de tecawiz hatiye nivîsand û ev jî tiştekî ne rast e, min ji Serbijîjkê Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê xwest ku em hevdîtinê bikin Ji bo ku ev tablo bê sererastkirin û li şûna tecawizê jî ‘bûyera edlî’ bê nivîsandin. Em wek bijîjk çi ji destê me bê em ê wê bikin.”