ROJEVA 12'Ê ÇILEYÊ 2018'AN
- 09:00 12 Çile 2019
- Rojev
*Jina bi navê Xatûn El-Maarî ku keça wê ji aliyê DAÎŞ'ê ve li Reqqayê hatibû revandin wiha got:"Keça min hîn zarok bû. Tu xêr ji temenê xwe nedît. Ji aliyê DAÎŞ'ê ve hat revandin. Hîn min tu agahî ji wê negirtiye. Ez nizanim keça min miriye an sax e." DÎMEN HEYE
*Jina bi navê Wela Xelîl a ji Şamê ku hevserê wê di Berxwedana Serdemê de jiyana xwe ji dest da got:"Ez û zarokên xwe, di nava jiyanek zehmet de têkoşîna jiyanê didin. Ez û zarokên xwe em bi hemû berxwedêrên serdemê re ser bilind in. Ji ber dagirkeriyê bi hezaran zarok bê dê û bav man. Hemû zarokên ku bê dê û bav mane di nava şertên dijwar de li berxwe didin."DÎMEN HEYE
*Qedexe û polîtikayên bişavtinê yên li ser zimanê kurdî berdewam dikin. Têkîldarî wêjeya kurdî û qedexeyên li ser zimanê dayikê nivîskara kurd Asya Xerzan nirxandin kir.
* Li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê di tabloya danasîna beşên nexweşiyan de tecawiz wekî nexweşî hat nîşandan. Li ser vê danasîna tabloya sepanê ya li nexweşxaneyê ku tecawiz wekî nexweşiyekê di qada zer de hat nîşandan Hevseroka Odeya Bijîjkan a Mêrdînê Derya Etem derbarê mijarê de axivî û anî ziman ku di nava 5 neşxweşiyan de nivîsandina tecawizê şaşe û li şûna tecawizê divê bûyera edlî bê nivîsandin. BI DÎMEN
*Neşe Kilinç a ji ber şertên giran Stenbol terk kir û li Pilûrê bi cih bû niha kafe vekiriye û wiha got: “Bajar jiyanA mirovan têk dibin. Projeya me jinan heye ku em li Pilûrê serayê ava bikin. Her tişt baş bimeşe em ê bikin meriyatê.”BI DÎMEN
*Li Nisêbînê piştî qedexeya derketina derve bi hilweşîna ket meriyetê hemû xanî hatin hilweşandin. Li şûna xaniyên hatin hilweşandin TOKÎ hatin çêkirin û avahiyên hatine temamkirin 2 sal şûnde wê roja duşemê peşka wan bê kişandin.
*Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger a parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li hemû girtîgehan belav dibe û bi hevkariya gelek saziyan di 7’ê Çile de bi armanca şopandina geşedanan Platforma Şopandina Grevên Birçîbûnê ava kirin û dest bi xebatê kir.
*Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel diyar kir ku li Girtîgeha Amedê vê carê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê ala têkoşînek nû tê hildan û got çalakiya Leyla Guven daye destpêkirin, karekterê 2019’an jî diyar kiriye û got encama pêvajoyê jî wê ev têkoşîn diyar bike.