Li Cizîrê ji bo Leyla Guven çalakiya muzîkê hat lidarxistin
- 16:47 11 Çile 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Li Cizîrê ji bo Leyla Guven û girtiyên siyasî yên ku di greva birçîbûnê de ne şeva muzîkê hat lidarxistin. Leyla Guven bi armanca rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê û ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven a greva birçîbûnê gelek girtiyên siyasî ketin greva birçîbûnê.
Li ber avahiya HDP'ê ya Cizîrê ji bo Leyla Guven û girtiyên siyasî yên ku di greva birçîbûnê de ne şeva muzîkê hat lidarxistin. Leyla Guven bi armanca rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê û ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven a greva birçîbûnê gelek girtiyên siyasî ketin greva birçîbûnê.
Stranên ji bo Leyla hatin gotin. Gelek jinên li eywanê jî bi tilîlî û bi çepikan piştgirî dan çalakiyê. Çalakiya muzîkê bi dirûşmên "Jin jiyan azadî","Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.