Li Şehbayê meş hat lidarxistin
- 16:08 11 Çile 2019
- Rojane
ŞEHBA - Bi dirûşma "Ji bo Efrînê serî hildin" û boneya salvegera êrîşên li ser Efrînê, Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Suriyeyê li Navçeya Fafîna Efrînê meşek li dar xist.
Bi dirûşma "Ji bo Efrînê serî hildin" û boneya salvegera êrîşên li ser Efrînê, Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Suriyeyê li Navçeya Fafîna Efrînê meşek li dar xist. Di meşê de pankartên bi nivîsên "Ciwanên şoreşger gelê şoreşger serî hildin Efrîn li benda we ye","Bi rihê Şehîd Avesta em ê Efrînê rizgar bikin" hat hilgirtin. Meş ji qada Fafînê ya Kantona Şehbayê dest pê kir û heta dibistana Sûriyeyê dewam kir. Ji bo têkoşerên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştre
Pîştre li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û yên Kantona Efrînê Ferîde Nasan ve û li ser navê Jinên Azad yên Şehbayê Heyat El-Ehmed û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger yên Sûriyê Xemgin Hivro axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de hat gotin ku li dijî faşîzmê û dagirkeriyê dê têkoşîna gelan bidome.
Meş bi dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Efrînê", "Bê Serok Jiyan Nabe" " Na ji dagirkeriya Efrînê re" bi dawî bû.