Hunermend Denîz Çakir Îfade da!

  • 15:02 11 Çile 2019
  • Rojane
STENBOL - Lîstikvan Denîz Çakir, bi îdîaya “Heqaret li jinên sergirtî kir” lêpirsîn derbarê wê de hat vekirin. Denîz îro li Edliya Stenbolê îfa da. 
 
7 jinên sergirtî bi îdîaya lîstikvan Denîz Çakir li navendeke kirîn û firotinê ya Stenbolê heqaret li wan kiriye, li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê serlêdana sûc kirin. Serdozgerê Komarê li ser vê yekê lêpirsîn da destpêkirin. Denz di çarçoveya lêpirsînê de, ji bo îfade bide serê sibehê hat Edliya Çaglayan a Stenbolê. 
 
Denîz, piştî îfade da û şûn de li ber deriyê edliyê daxuyaniyek kurt da û wiha got: “Tiştên ku qala wan tê kirin, min nekiriye. Sekneke min a heya roja îro heye û ev sûcdarî li dijî vê sekna min e. Teqez ez van sûcdariyan red dikim. Min heya roja îro tu ferq nekiriye navbera jin, zilam, sergirtî, servekirî, rêbazên jiyanê, zayendî, ol, bawerî, reng û daxwazan. Berevajî vê ji bo yekgirtinê min projeyên civakî amade kirine. Sekna min a heya roja îro û tiştên dikim jî diyarin.”