QSD'ê jineke êzidî ji destê DAÎŞ'ê rizgar kir
- 13:51 11 Çile 2019
- Rojane
Nûpelda Têkoşîn
ŞENGAL -Îro bi destê QSD'ê di çarçoveya Bagera Cizîrê de jineke din a êzidî ji destê çeteyên DAÎŞ'ê hat rizgarkirin.
Di pêngava Bagera Cîzir de ku şervanên QSD, YPG û YJŞ'ê bi hev re têkoşînê didin di her hemeya ku tê kirin de jin û zarokên ketine destê çeteyên DAÎŞ'ê tên rizgarkirin. Di çarçoveya vê pêngavê de Îro jî jina bi nav Yasmîn Îbrahîm ku ji gundê Koço ye ku şervanên QSD'ê ew rizgar kiribûnji aliyê Meclîsa TAJÊ ve radestê malbata xwe hatin kirin.
'Ji malbata min tenê xuşka min rizgar bûye'
Yasmîn Îbrahîm di axaftinên xwe de wiha behsa zehmetiyên ku dema di destên çetayean de bû kir: “Navê DAÎŞ me beriya ku DAÎŞ'ê bikeve Şengalê bi salekê bîhîstî bû. Lê me nizanibû ku wê bên Şengalê û li serê me fermanê rakirin. Dayika min, bavê min, biraymin û xwuşkên min em malbat bi gîştî ketin destê DAÎŞ'ê. Tenê min bîhîst ku xwuşka min rizgar bûye.”
'Bila tu kes di destê DAÎŞ'ê de nemîne'
Herwiha xwuşka Yasmîn Îbrahîm, Şîrîn Îbrahîm ku salek berê ji destê DAÎŞ'ê rizgar bûbû jî wiha kêfxweşiya xwe anî ziman û got: “Ez îro gelek kefxweş im ku xwuşka min ji destê DAÎŞ ê rizgar bûye. Salak berê jî ez rizgar bûbûm. Hevîdar im ku hemu kesin di destê DAÎŞ'ê de ne werin rizgarkirin. Ez spasiya QSD,YPG û YPJ dikim.”
Di dema radeskirdinê a jina êzidî de li ser navê Meclîsa TAJÊ Hena Elyas axîfî û got: “İro em gelek kefxweşin ku jineke din a êzidî ji destê DAÎŞ'ê hatiye rizgarkirin û em ê radestî malbata wê bikin. Em j QSD,YPG û YPJ re spas dikin.”