Leyla Guven: Kesên ku meşiyan ber zindana Amedê dengê wan gihaşt min

  • 13:03 11 Çile 2019
  • Rojane
AMED - Leyla Guven a 65 rojin li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê deye, diyar kir ku wê dengê kesên duh heya girtîgehê meşiyan û piştgirî dan çalakiya wê bihîstine û hezkirina ji hemû kesan re şand. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo dawî kirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest pê kir, di roja 65'an de berdewam dike. 
 
Keça Leyla Guven Sabîha Temîzkan a bi dayika xwe re bi telefonê axivî ev agahî dan: “Rewşa tenduristiya dayika min xerabtir bûye û bi alîkariya personelên girtîgehê hatiye ser telefonê.”
 
Sabîha, da zanîn ku hejmara îro ya Rojnameya Yenî Yaşamê ji ber ku nûçeyên darbarê dayîka wê de dane, ne dena dayika wê û got: “Dayika min dengê kesên duh heya girtîgehê meşiyan û piştgirî dan çalakiya wê bihîstine û hezkirina ji hemû kesan re şandiye.”