Derbarê 16 xwendekaran de lêpirsîna dîsîplînê hat vekirin

  • 13:00 11 Çile 2019
  • Rojane
DERSIM -  Li Zanîngeha Mûnzûrê, derbarê 16 xwendekarên bi hinceta çalakiya bîranînê li darxistin hatin binaçavkirin û 3 ji wan hatin girtin de, lêpirsîna dîsîplînê hat vekirin.  
 
Zanîngeha Mûnzûrê derbarê 3 jê girtî 16 xwendekarên di 18’ê Kanûna 2018’an de hatin binçavkirin û berdan de lêpirsîna dîsîplînê vekir. Rêveberiya zanîngehê dirûşmenên di 12’ê Kanûna 2018’an de li derdora zanîngehê hatibûn avêtin weke hincet nîşan da û derbarê xwendekaran de lêpirsîna dîsîplînê vekir. 
  
Li bendê ye ku xwedekar di rojên pêş de derbarê sûcdariyan parastin bikin. Xwendekaran diyar kirin ku wan ji bo hevalên xwe çalakiya bîranê li dar xistin û bîranîn ne li dijî qanûna e. Xwendekaran anîn ziman ku ji bo teslîm girtinê, zextên wiha li wan dikin.  
  
Xwendekaran, di 12’ê Kanûna 2018’an de, ji bo xwendekarê Zanîngeha Mûnzûrê Şerdil Cengîz ê 21 salî yê di 14’ê Kanûna 2015’an li navçeya Sûra  Amedê di qedexeya derketina kolan de ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin, çalakiya bîranînê li dar xistibûn. Polîsan di 18’ê Kanûnê de bi ser mal û şevîniyên xwendekaran de girtibûn û 16 xwendekar binçav kirin. Ji 16 xwendekarên sewqî edliyê hatin kirin, 3 jê hatibûn girtin û 13 jê hatibûn berdan. Niha jî derbarê wan de lêpirsîna dîsîplînê hat vekirin.