Dosya 'Leyla Guven' radestî rojnameya HAZ'ê hate kirin
- 12:14 11 Çile 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Kurd ên li Hîldesheîmê serdana navenda rojnameya HAZ'ê kirin û dosyayek li ser berxwedana Leyla Guven pêşkêş kirin.
Li bajarê Hîldesheîmê yê Elmanyayê, endamên Komuna Jinê ya Şehîd Meryem, serdana navenda rojnameya Hîldesheîmer Allgemeîne Zeîtûngê (HAZ) kirin ku rojanemaya herî kevn a rojane ya welêt e û dosyayek li ser berxwedana Leyla Guven pêşkêş kirin. Ji rayedarên rojnameyê re hate ragihandin ku rewşa Leylayê krîtîk e. Di hevdîtinê de rayedarên HAZ'ê jî li ser mijarê pirs pirsîn.
'Neheqiya li Leyla ya li hemû jinan e'
Semra Gonen a ku di nava komê de cih girt piştî hevdîtinê axivî û wiha got got, "Neheqiya ku li Leyla Guven tê kirin divê weke neheqiya li jinan hemûyan bê dîtin. Dewleta tirk êdî kujerê jinan e û dûr ketiye ji edaletê. Ji ber ku vîtamînên herî girîng nadin Leyla Guven û bi rengekî derveyî mirovahiyê tevdigere."
Semra herî dawî diyar kir, Leyla Guven rûmet û nasnameya her kesî ye û banga xwedîderketina li çalakiya wê hate kirin.