Doza Çapemeniyê ya KCK'ê taloqî 9'ê gulanê kirin

  • 11:43 11 Çile 2019
  • Hiqûq
STENBOL - “Doza Çapemeniyê ya KCK’ê” ya 46 rojnameger têde tên darizandin taloqî 9’ê Gulanê hat kirin.
 
Danişîna 13’emîn a “Doza Çapemeniyê ya KCK’ê” ya 46 rojnameger jê tên darizandin li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Hin rojnamegerên ne girtî û parêzer di danişînê de amede bûn. 
 
Parêzer Ozcan Kiliç, di parastina kir de, xwest aqûbeta doza derbarê rayedarên emniyetê yên lêpirsîn birêve birin a li 26’emîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Stenbolê hatibû vekirin, bê pirsîn. 
 
Dadgehê piştî daxwaza Ozcan Kiliç, biryar da ku  aqûbeta dosyeyê ji 26’emîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Stenbolê bê pirsîn û danişîn taloqî 9’ê Gulanê kir.