AKP bi qertên bê pere ku belav dike dengan dixwaze
- 11:24 11 Çile 2019
- Rojane
AMED - Qeyûm ê ku di serî de bi dirûşma AKP'ê ya "Em bi hev re bi hêz in" li otobusên şaredariyê ferz kir niha jî ji bo ku bêhtir gel bi vê dirûşmê re rûbirû bihêle qertên bê pere yên otobusan li gel belav dike.
Her ku 31'ê Adarê roja hilbijartinên herêmî nêz dibe, bê rêtiyên qeyûm yên ji bo bidestxistina dengan jî zêde dibin. Qeyûm ê ku di serî de bi qertên otobusan ên belav kir dirûşma AKP'ê ya "Em bi hev re bi hêz in" belav kir, bi nêzbûna 31'ê Adarê roja hilbijartinên herêmî re hewl dide vê dirûşma xwe bi belavkirina berfirehî ya kartên dagirtî berdewam bike.
Qeyûmê ku ferman çapkirina diyarkart da Muduriyeta Bikaranîna Otobusan, dixwaza ji bo bidstxistina dengan kartên bi dirûşma AKP'ê li gel belav bike.