‘Bêdengiya CPT û DMME’ê bi xeter e’

  • 09:12 11 Çile 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Nuran Îmîr a HDP’î bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li Tirkiye û herêmê zêde dibin û got li dijî grevan bêdengî, israr şer nîşan dide û got: “Bêdengiya CPT, DMME û saziyên din ên navneteweyî xetereyek mezin e.
 
Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin di 8’ê Mijdara 2018’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger kir û grev di roja 65’an de berdewam dike. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr diyar kir ku li girtîgehên Tirkiye û herêmê bi giştî ji 100’î zêdetir girtî ketine grevê û yekane daxwaza wan heye û balkişand ser bêdengiya welatên Ewropa û CPT.
 
Nuranê bi lêv kir ku grev hatine astek krîtîk û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Asta em hatinê bi rastî krîtîk e. Li Fransayê çalakiyê 20’emîn roj li pey xwe hişt. Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê niha ji 100’î zêdetir girtî di grevê de ne. Bêdengiya CPT, DMME û saziyên cîhanê gelek bi xeter e.
 
Nuranê daxuyakirin ku di hevdîtinên butçeyê ya meclîsê de hewl dane dengê xwe bidin bihîstin lê desthilatdarî li dijî vê ker û lal maye û ev tişt anî ziman: “Hîna ku mirin û şehadet çê nebûne, divê hemû alî û sazî berpirsyariya xwe bînin cih. Em bang dikin. Nikarin vê ji nedîtîve bên. Ez di wê baweriyê de me ku gelê Kurd wê ligel her tiştî berteka xwe nîşan bide. Bêdengiya desthilatdariyê israra şer nîşan dide.”
 
‘Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin’
 
Nuranê anî ziman ku hemû kesên xwedî wijdan divê bersivê bidin vê daxwazê û divê demildest deriyên Îmraliyê bên vekirin. Nuranê wiha dawî lê anî: “Divê CPT û welatên Ewropayê li dijî vê bêdeng nemînin. Ev berxwedan bi dengê gel dikare bi ser bikeve. Di serî de jin, hemû gel û sazî divê xwedî li vê çalakiyê derkevin.”