Li Kampên Şehbayê nexweşî zêde dibin
- 09:05 11 Çile 2019
- Rojane
ŞEHBA - Bi hatina zivistanê hejmara nexweşiyên li Kampa Serdemê ya Kantona Şehbayê zêde dibin. Jinên li Kampa Serdemê êş û zehmetiyên ku dikişînin û têkoşîna ku li dijî vê yekê dikin anîn ziman.
Piştî êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê gelên li Efrînê li Kampên Kantona Şehbayê bi cih bûn. Jinên ku li Kampa Serdemê ya Kantona Şehbayê tevî derfetên kêm têkoşîna jiyanê didin gotin:"Ji ber ku şertên zivistanê dijwar e, jiyana kampan jî bi vê yekê girêdayî dijwartir dibe. Tevî hemû derfetên kêm em hewld didin ku jiyana xwe bidomînin."
'Divê li dijî zextan qadên navneteweyî jî dengên xwe bilind bikin'
Jina bi navê Zeyneb Menan diyar kir ku rewşa wan pir zehmet e û wiha got:"Ji ber ku zivistanê baran dibare av dikeve nava konê me. Her şeş zarokên min bi nexweşiyên cuda ketin. Dermanên ji bo nexweşiyan jî kêm in. Loma zarokên me rehet nabin. Divê li dijî zextan qadên navneteweyî jî dengên xwe bilind bikin."
'Gelek pêdiviyên me yên jiyanî hene'
Her wiha Raniya Bekir jî anî ziman ku di demsala havînî nexweşî pir bûne, lê bi hatina zivistanê hîn zêdetir bûne û wiha got:"Gelek pêdiviyên me yên jiyanî hene. Lê ji ber ku derfet kêm in ev pêdivîna nayên cih. Tevî hemû derfetên kêm em li berxwe didin lê divê aliyên hestiyar jî alîkariya me bike û dengê me bibihîsin. Ji bo aştî û aramî li hemû cîhanê belav bibe divê dengê kesên mexdûr û têkoşer bên bihîstin."
'Gelek nexweşî bi me re çê bûn'
Siltana Henan jî wiha got:" Dema baran tê em nikarin razên, ji ber kon nikare me ji baranê biparêze. Gelek nexweşî bi me re çê bûn, her sê zarokên min nexweş ketine. Ez weke jinekê gelek zehmetiyan dibînim.Ji ber ku şertên zivistanê dijwar e, jiyana kampan jî bi vê yekê girêdayî dijwartir dibe. Tevî hemû derfetên kêm em hewld didin ku jiyana xwe bidomînin."