Jinên Minbicê: Zihniyeta dagirker demokrasî û wekheviyê hedef digire
- 09:02 11 Çile 2019
- Rojane
Sîlva El-Ibrahîm
MINBIC - Jinên Minbicê derbarê gefên Erdogan ên li ser Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê de diyar kirin ku ew ê rê nedin ku tu kes axa wan dagir bike û wiha gotin:"Heger kesên xwediyê zihniyeta dagirker û faşîst derbasî Minbicê bibin dê Minbic bibe goristana wan. Em ê heta dawî li berxwe bidin û zilma ku DAÎŞ'ê li me kir em nahêlin ku dubare bibe. Zihniyeta dagirker demokrasî û wekheviyê hedef digire. Li dijî vê yekê divê em hemû gelên li Sûriyeyê bibin yek."
Li dijî gefên Erdogan ên li ser Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê jinên Minbicê bûn yek û diyar kirin ku ew ê her li dijî zihniyeta dagirker bisekinin û wiha gotin:"Kesên ku hemû gelên li Sûriyeyê bi gefên dagirkeriyê rû bi rû dihêlin ew ê negihêjin armanca xwe. Ji bo binpêkirina mafan zêde nebe û komkujiyen nû çê nebin divê di qada navneteweyî de jî dengên li dijî zihniyeta dagirker û faşîst bilind bibe."
'Em ê destûrê nedin ku alozî kûr bibe'
Jina bi navê Zeheb El-Hemûd diyar kir ku ew gefên dewleta tirk qebûl nakin û derfetê nadin ku kes derbasî ser axa wan bibe û wiha got:"Erdogan dixwaze careke din aramiya li herêmê bi dawî bike û aloziyê kûrtir bike. Lê em ê destûrê nedin ku alozî kûr bibe û gel bi qetilkirinek mezin rû bi rû bimîne. Em wekî jin dema ku îradeyek xurt nîşan bidin dê tu kes nikaribe axa me dagir bike."
'Dixwazin li Minbicê demokrasî û wekheviya ku heye tune bikin'
Her wiha Şemis El-Hemûd jî destnîşan kir ku ew wekî jin li dijî binpêkirina mafan di nava hewldanê de ne û wiha got:"Em niha jiyanek bi wate, aram, wekhev dijîn. Lê Erdogan dixwaze vê yekê bi dawî bike. Erdogan her aramî, ewlehî û wekheviya gelan hedef digire. Îro li Tirkiyeyê aramî, wekhevî, demokrasî tune ye. Loma dixwaze vê yekê bînin serê cihên ku demokrasî û wekhevî lê heye. Îro li Rojavayê Kurdistanê wekhevî û demokrasî heye. Dixwaze bi gef û êrîşan vê tune bikin. Dixwazin li Minbicê demokrasî û wekheviya ku heye tune bikin. Lê em ê li dijî van pêkanînên dijmirovî derkevin û heta dawiyê mafên xwe yên jiyanek demokratîk, azad û wekhev biparêzin."
'Zihniyeta dagirker demokrasî û wekheviyê hedef digire'
Fatma El-Nasir bi lêv kir ku ji bo aloziya li Sûriyeyê bi dawî bibe pêdivî ji daxwazên gel heye û wiha got:"Cihê Erdogan li Minbicê tune ye û ew ê çê nebe jî. Heger kesên xwediyê zihniyeta dagirker û faşîst derbasî Minbicê bibin dê Minbic bibe goristana wan. Em ê heta dawî li berxwe bidin û zilma ku DAÎŞ'ê li me kir em nahêlin ku dubare bibe. Kesên ku hemû gelên li Sûriyeyê bi gefên dagirkeriyê rû bi rû dihêlin ew ê negihêjin armanca xwe. Ji bo binpêkirina mafan zêde nebe û komkujiyen nû çê nebin divê di qada navneteweyî de jî dengên li dijî zihniyeta dagirker û faşîst bilind bibe. Zihniyeta dagirker demokrasî û wekheviyê hedef digire. Li dijî vê yekê divê em hemû gelên li Sûriyeyê bibin yek."